Li Exeterê coşa Newrozê: 2026 divê bibe sala azadiya Rêber Apo
Li bajarê Exeter ê Îngilistanê Newroz hate pîrozkirin û bi sedan kes tevlî bûn.
Li bajarê Exeter ê Îngilistanê Newroz hate pîrozkirin û bi sedan kes tevlî bûn.
Çalakî bi dirûşma "Newroza Yekîtî û Azadiyê" li salona Exeter Corn Exchange hate lidarxistin û peyamên siyasî hatin dayin, işaret bi girîngiya piştevaniyê hate kirin.
Bi navê Civaka Azad a Brîtanyayê Hakan Pirsûs axivî, bal kişand ser wateya berxwedana dîrokî ya Newrozê û got, sala 2026'an divê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Mîthat Îshakoglû jî ku di hilbijartinên xwecihî de namzetê Green Party e, diyar kir ku nêzîkatiya ekolojîk û demokratîk a tevgera Kurd û siyaseta Keskan gelekî dişibin hev.
Di çalakiyê de her wiha hate ragihandin ku ew xwedî li mîrateya Anna Campbell derdikevin ku li Rojava jiyana xwe ji dest da û peyama piştevaniyê ya navneteweyî hate dayin.
Ji Partiya Labour Lucy Findlay jî işaret bi tevkariya civaka Kurd a li Exeterê ya li bajêr kir û peyama piştgiriyê da.
Di pîrozbahiyê de hunermend Sîpan Xelat, Îbrahîm Mîra û Mervan Şan hunera xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.