Li Ewûstûryayê konferansa 'civaka azad'

Li paytexta Ewûstûrya Wiyanayê konferanca 'civaka azad' hate lidardixistin. Li konferansê modêlên Rêxistiniyê yên Kurdan ên bi çarçoweya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin.

Konferans li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Wiyaneyê hate lidarxistin. Li konferansê ya bi navê ''civaka azad, rêbertiya azad'' modêlên rêxistiniyê yên Kurdan ên li Wiyaneyê yên bir çarçoweya paradîgmaya Konfederaliya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oaclan hate gotûbêjkirin.

Xasma jî têkilî meclîsên gel, komîsyona jinan, siyaset, çand, karê derve, spor û dadê hate gotûbêkirin.

Konferans bi dirûşma, ''Bi rihê berxwedanê, li ser hêlên neteweya demokratîk em azadiya xwe geş bikin, Rêber Apo azad bikin'', hate kirin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser mijara bê ka paradîgmaya civaka demokratîk li Ewûstûryayê çawa rêxistinî bibe, axivî.

Li konferansê geşedanên siyasî jî hatin nirxandin, hêlên rêxistinî, çand, hevjiyana azad, heq-dad, dîplomasî, aborî, xweparastin û welatiyê azad ên Konfederaliya Demokratîk hatin nîqaşkirin û li ser hate sekinandin bê ka divê çawa rêxistiniya xwe bikin.

Delegeyan bal kişandin ser giringiya avabûna komun, meclîs, akademî, kongre, kooperatîfan a li ser hîmê paradîgmaya neteweya demokratîk.

Delegeyan diyar kirin di serî de li Wiyana, li Stpoltern, Ternitz, Lînz, Graz, Însbûrg, Bregenzê Kurdan rêxistiniya xwecih kirine lê hê negihaştine pergaleke rêxistinî li nav meclîsên gel.

Li konferansê hate gotin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û ji hêla fizîkî ve were azadkirin.