Li Ewropayê tecrîd û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin
Li Elmanya û Hollandayê tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
Li Elmanya û Hollandayê tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
HANNOVER
Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bi pankartan li dar xistin. Ciwanan pankarta ‘Azadî ji bo Ocalan’ li pirê daliqandin û bal kişandin ser tecrîdê.
AÛGSBÛRG
Li bajarê Aûgsbûrg ê Elmanyayê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkerî û tecrîdê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan li ser dîwaran ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Bijî PKK’ nivîsandin.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronnê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya wê ya bi PDK’ê re hate protestokirin.
BONN
Planên dagirkeriyê yên dewleta Tir kû hevkariya PDK li bajarê Bonnê hate protestokirin. Elmanên Kurdên dostan jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de êrîşên li dijî Kampa Mexmûrê jî hate şermezarkirin û azadî ji girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê hate xwestin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî li pêşiya parlementoyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hikumeta Erdogan Kurdan qetil dike û dewletên Ewropayê bêdeng dimîne.
Di çalakiyê de hate gotin ku “Hollanda di serî de em hemû dewletên bêdeng protesto dikin. Şert çi bin jî heta ku em dagirkeran ji welatê xwe derxînin wê têkoşîna me bidome.”