Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku li bajarên cuda yên Ewropayê hatin lidarxistin, bi beşdariya girseyî, axaftin û muzîkê veguherîn hevdîtinên bi coş ku peyamên yekîtî, berxwedan û azadiyê derketin pêş.
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku li bajarên cuda yên Ewropayê hatin lidarxistin, bi beşdariya girseyî, axaftin û muzîkê veguherîn hevdîtinên bi coş ku peyamên yekîtî, berxwedan û azadiyê derketin pêş.
Li seranserê Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê îro jî bi beşdariyeke berfireh berdewam kirin. Li Fransa, Swêd, Îtalya, Elmanya û Spanyayê di çalakiyên hatin lidarxistin de bi hezaran kesan qad dagirtin û li dora agirê Newrozê hatin cem hev.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi banga Komeleya Konfederalîzma Demokratîk, gelê Kurd û dostên wan di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev. Ji ber beşdariya zêde, girse di salonê de cih nebû û gelek kesan çalakî ji derve şopandin.
Bername saet di 13.00’an de bi deqeyeke rêzgirtin û sirûda “Ey Reqîp” dest pê kir û bi stranên berxwedanê yên Koroja Gel a SEMPREaSUD’ê berdewam kir. Piştre hunermendê ciwan ê Kurd Il Kurdo derket ser dikê û performansa hîp-hopê pêşkêş kir.
Di çarçoveya bernameyê de peyama Newrozê ya Rêber Apo bi tirkî û îtalyanî hat xwendin. Di dema xwendina peyamê de beşdaran bi çepikên gur piştgirî dan. Di çalakiyê de her wiha Salih Muslim jî hat bibîranîn. Beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê li Mîlanoyê hatin cem hev û bi govendê Newroz pîroz kirin. Navenda Civakî ya Lambretta û PCR Rifondazione jî peyamên piştevaniyê şandin. Beşdarên Îranî jî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî stranên berxwedanê yên koma muzîkê ya Îranî, Aştî Abdo û Serhat derketin ser dikê. Bername bi stranên Azad Karahan û gerandina govendê bi dawî bû.
BORDEAUX
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, Kurd û dostên wan bi beşdariyeke girseyî Newroz pêşwazî kirin. Bi sedan kesên ku qad dagirtin, li dora agirê Newrozê govend gerandin û peyamên azadî û berxwedanê bilind kirin.
Girseya ku ji saetên sibê ve li qada çalakiyê kom bû, qad bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Beşdariya jin û ciwanan bal kişand û bi dirûşmeyan daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hat kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê û hat diyarkirin ku agirê Kawa li dijî zilmê pêxistiye, îro jî sembola têkoşîna azadiyê ye.
OREBRO
Li bajarê Orebro yê Swêdê, Newroz bi çalakiyeke girseyî ku ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî lê hatibû kirin, hat pîrozkirin. Pîrozbahî saet di 16.30’an de li Parka Varberga bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve û bi sirûda “Ey Reqîp” dest pê kir.
Endama Tevgera Jinên Kurd Adar Gulan di bernameyê de axivî û Newroz û Cejna Remezanê pîroz kir. Li ser navê Partiya Çep a Swêdê jî seroka parêzgeha Orebro Linn Josefsson axivî û Newroza gelê Kurd pîroz kir. Josefsson diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd îlhameke mezin dide jinên cîhanê. Hunermend Nûarîn, Bangîn, Hejar Dihokî, Gursel û Bilind Hewlêrî bi performansên xwe coşa şevê zêde kirin.
MADRÎD
Li Madrîda paytexta Spanyayê jî bi boneya Newrozê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Murad Batman li ser navê komîteya amadekar û Fûad Omer li ser navê Têkiliyên Derve yên PYD’ê axaftin kirin. Pîrozbahî bi stranên Agrîn Azad û govendê heta saetên dereng berdewam kir.
STRASBOURG
Li Strasbourgê bi dirûşmeya “Newroza Kurdistanê, Newroza Yekbûnê” Newroza 2026’an bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Helbest Arî, Hozan Kawa, Hozan Comerd û Peyvan Arjîn derketin ser dikê.
Ahmet Karamus di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke, lê di heman demê de sembola berxwedan û têkoşîna azadiyê ye. Karamus silav ji Rêber Apo re şand û diyar kir ku yekîtî û têkoşîna gel her ku diçe mezin dibe. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.