Li Ewropayê nerazîbûnên li dijî dagirkeriya Tirk didomin

Qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li paytexta Yewnanîstan Atîna û Selanîkê, li paytexta Îtalya Romayê, li Marsîlya û Lyona ên Fransa û li bajarê Borlange ya Swêdê bi çalakiyên girseyî hate protestokirin.

Li meydana Academia ya paytexta Yewnanîstan Atînayê bi hezaran kes kom bûn û ber bi konsolxaneya DYE’yê meşiyan. Çalakvanan bi rakirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG-YPJ û wêneyên têkildarî êrîşên dagirkeriyê berdewam drûşmên “Erdoganê dîktator” berz kirin.

SELANÎK

Li meydana Kamara ya Selanîkê bi sedan kes hatin cem hev û bi ala û wêneyan hetanî konsolxaneya DYE meşiyan. Girseya ku berdewam drûşmên “Erdoganê dîktator” berz dikirin, belavokên derbarê êrîşên dagirkeriyê belavkirin. Girse li pêşiya konsolxaneya DYE’ê daxuyanî da.

ROMA

Li navçeya Rieti ya girêdayî paytexta Îtalya Romayê bi sedan Kurdistanî û Îtalî kombûn û komkujiyên dewleta Tirk ya li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiya ku bi pêşengtiya Controvento Anpu û Komit Kurda hatibû amdekirin de Partiya Sosyalîst a Îtalya û nûnerê sendîkayên CISL, UIL û CGIL jî beşdarî kirin. Di axavitinên ku çalakiyê de hatin kirin hate gotin: “Êrîş li dijî destkevtên gelê Kurd yên li Rojava ye û di wan êrîşan de komkujiyên komî pêkhatine.”

MARSÎLYA

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi mîtînga protestoyî ku li bajarê Marsilya ya Fransayê çêbû de hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wê li pêşiya nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hatibûn gel hev pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin “Nebe şirîkê komkujiyan, Qada firînê bigirin” wekirin. Di mîtîngê de ku drûşmên “Erdogan wekheve DAÎŞ”, “Erdoganê Kujer” û “Erdoganê dîktator” hatin berzkirin de gelek belavok hatin belavkirinn. Mîtîng nêzî du saetan domm kir û piştî axavtinên ku li ser navê DTM’ê hatî kirin bidawî bû.

LYON

Avahiya konsolxaneya Tirk ya li bajarê Lyon a Fransayê bû armanca çalakiya bêîtaetiya sivîl a komek aktîvîst ku ku dixwestin êrîşên dagirkeriyê ya li ser Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê şermezarbikin. Bi rengên sor û kesk li ser dîvarê derve yê avahiyê “Defend Rojava” (Rojava biparêze) û “Rise up 4 Rojava” (ji bo Rojava rabe ser piyan) hate nivîsandin.

BORLANGE

Li bajarê Borlange ya Swêdê bi tevlêbûna Kurdistaanî û dostên wê xwepêşandanekî protestoyî pêkhat. NCDK jî piştgirî da Xwepêşandana ku ji aliyê sosyal demokratên ku li ser desthilatê ne hatibû organîzekirin. Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat Roza Gûçlû bang li dewleta Tirk kir da ku dawî li êrîş û komkujiyên xwe bîne. Her wiha Gûçlû bang li raya giştî ya Swedê kir û bang kir ku ji bo Rojava hişiyar bin. Di axavtinên ku li ser navê NCDK’ê hatin kirin de li ser hovîtiya dewleta Tirk bal hate kêşandin. Xwepêşandan bi xwendina peyam û stranên berxwedaniyê bidawî bû.