Li Ewropayê Kurd û dostên wan li dijî tecrîd û dagirkeriyê li qadan e-HAT NÛKIRIN-II

Kurdistanî bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê li bajarên Ewropayê daketin qadan, dagirkerî û tecrîda Îmraliyê protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa (Marsîlya, Starboûrg, Parîs), Swêd û Avûstûryayê çalakî li dar xistin.

BASEL

Piştî ku hat zanîn ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, çalakî bê navber dewam dikin. Li ser banga TCŞ û TêkoJIN’ê li gelek qadên Ewropayê meş hatin lidarxistin. Navnîşana meşan li Swîsreyê jî bajarê Basel bû.

Kurdistanî li De-Wette Parkê hatin ba hev û ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştre Zeynep Elih li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) axivî. Zeynep Elih bi bîr xist ku şandeya CPT’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye û wiha got: “CPT erkê ku dikeve ser milê, bi cih nayîne. Bi mehan e gelê Kurd li qadan e. Ewropa û CPT dibêje ku ew demokrasiyê diparêzin. Dewleta Îranê her roj ciwanên Kurd bi dar ve dike. Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Zap, Metîna û Avaşînê dike û çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Êrîşê Rojava dike. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî radibe û heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê li ber xwe bidin.”

Endamê Koordînasyona TCŞ’ê Azad Bakur gotina Abdullah Ocalan a “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi dawî bikin” bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin Rêber Apo bi me bidin jibîrkirin. Em jî vê dibêjin; Em li ku derê dibin bila bibin, ji bo zindîkirina fikir û ramanên Rêbertî em ê têbikoşin. Em ê bi Rêbertiya xwe re bimeşin. Em li vir bang li her kesê dikin. Di serî de ciwan, em banga tevlêbûna çalakiyan a di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ li hemû gelê xwe dikin.”

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş jî kurt axivî. Kardaş wiha got: “Dijminên me bi agirek mezin dilîzin. Ciwanên Kurd ev xeta berxwedanê bi dehan car nîşanî cîhanî da. Dema ku Rêbertî hat dîlgirtin, ciwanên Kurd hemû jiyan li dijmin û cîhanê teng kiribû. Tam di demek wiha de hêrsa ciwanên Kurd zêde dibe. Ev hişyarî ji bo her kesê ye. Bila tu kes bi agir nelîze.”

Piştî axaftinan girseyê bi berzkirina dirûşmeyên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî dest bi meşê kirin û demekê li cadeya St. Alban-Grabenê çalakiya rûniştinê kirin û xwepêşandanek kurt kirin.

Ciwanan posteyê mezin ê Abdullah Ocalan hildan û heta qada Keserneyê meşiyan.

DRESDEN

Kurd û dostên wan li Neûstadt Bahnhof a li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin ba hev û ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re, meşek li dar xistin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya PKK’ê ya Elmanyayê, hat protestokirin.

Dema ku meş bi dawî bû, polîsan êrîşê hin aktîvîstan kir û nasname tespît kirin.

DÛÎSBÛRG

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkerî yên li ser Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî qadên gerîla, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi meşek girseyî û daxuyaniyê hat protestokirin. Meş ji aliyê KON-MED, YJK-E, NRW, ICOR, ADGB, KBDH û Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan ve bi awayek hevpar hat lidarxistin. Nûnerên saziyan, Kurdistanî û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Dûîsbûrgê hatin ba hev, pankart û dovîzên ku tecrîda li Îmraliyê protesto dikin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û yên xwedî derketina li têkoşîna PKK’ê hatin berzkirin.

Li ser navê nûnerên saziyan daxuyanî hat dayîn. Hevseroka KOM-MED’ê Zubeyde Zumrut jî têkildarî tecrîdê axivî û wiha got: “Me agahî ji Rêbertî negirtiye, em bi hêrs in. Pergala Îmraliyê bi tena serê xwe, êşkenceyek e. Rêbertî li Îmraliyê bi tena serê têdikoşe û komploya navneteweyî vale derxist. Rêbertî bi tena serê xwe li ber xwe da û lîstokên qirêj ên hêzên navneteweyî vale derxistiye. CPT’ê got ku bi Rêbertî re hevdîtin kirine. Lê parêzerên Rêbertî ev agahî, piştrast nekirin. Heta ku Rêberî azad nebe, wê şerên li Rojhilata Navîn bi dawî nebin. Em ê êdî têkoşîna azadiya Rêbertiya xwe bidin. Tişta ku DAÎŞ’ê li Kobanê nekirî, Erdogan û çeteyên wî niha dixwazin bikin. Dema ku Kobanê azad bû ji bo Erdogan û hişmendiya faşîst, bû birînek mezin.”

Piştî axaftina Zumrut girse bi berzkirina dirûşmeyan, heta navenda Dûîsbûrgê meşiyan.

Bi daxuyaniyan bal hat kişandina ser birçîtî û xizaniya li Ewropayê û nêzîkatiyên xirab ên dewletên Ewropayê yên li hemberî koçberên siyasî û dersînorkirina koçberan.

PARÎS

Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê li paytexta Fransa Parîsê ciwan, li Qada Repûblîceyê hatin ba hev.

Li vir li ser navê TCŞ û TêkoJIN’ê daxuyaniyek hevpar hat dayîn. Ciwanan got ku wê tecrîdê qebûl nekin û wê li dijî tecrîdê têkoşînek bi rêxistinkirî bi domînin.

Daxuyaniya ji aliyê ciwanan ve hat dayîn, wiha ye:

“Ev 24 sal in Rêbertiya bi awayek fîzîkî dîl girtiye û li gel vê yekê, 21 meh in bi tu awayî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin nekiriye.

Em vê tecrîdê qebûl nakin û em ê bi domdarî têbikoşin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dewam kir.

MARSÎLYA

Li Qada Canabîer a Marsîlyayê, ciwanên TCŞ û TêkoJIN’ê bi heman armancê hatin ba hev û meşiyan.

Ciwan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de hatin ba hev. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Li vir li ser navê TCŞ û TêkoJIN’ê daxuyaniya hevpar hat dayîn. Daxuyaniya ciwanan wiha ye: “Divê berpirsyariyên CPT û hemû saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewropayê li bîra wan bixin û xwedî li mîsyona ku dîrokê daye me, derbikevin. Lewma divê em li dijî tecrîdê bi ruhê seferberiyê li qadan bin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam kir. Çalakî heta saetekê dom kir.

STRASBOÛRG

Girseya ku li bajarê Strasboûrgê hat ba hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîtîng li dar xist.

Mîtîng ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de pankartên ku bal dikîşîne ser tecrîdê hat vekirin û banga rêxistinbûnê hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HANNOVER

Ciwanên Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li bajarê Hannover ê Elmanyayê dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadî” qêriyan.

Ciwanan bi gerandina govendê dest bi çalakiya xwe kirin.

Çalakî bi sirûda Çerxa Şoreşê ya ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir û bi xwendina belavoka bi Elmanî dewam kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo îrade û azadiya gelan e. Rêber Apo xeta me ya sor e û 24 sal in di bin tecrîdek girankirî de, tê girtin. Ji bo şkandina vê tecrîdê, em ê roj çalakiyan li dar bixin. Hemû ciwanên Kurdistanê divê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, li her qadê cihê xwe bigrin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi qêrin.”

Di dema meşê de, bi pêşengiya ciwanan kortej hatin avakirin. Di kortejan de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat hildan.

Tevî ku ciwan rastî êrîşa polîs û faşîstan jî hatin, ciwanan çalakiya xwe domand. Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” dewam kir.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi organîzasyona FCDK-KAWA’yê li îstasyona trenê ya navendî, girse tevî sermayê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat ba hev.

Ji Saarbrucken, Frankfûrt, Darmstadt, Offenbach, Gîessen û Bensheîmê bi sedan kes tevî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, destpê kir.

Girse bi hildana posterên Abdullah Ocalan û pankartên ku tecrîdê teşhîr dikin, dest bi meşê kirin. Di meşê de belavok hatin xwendin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Kujer Erdogan” li qadan herî qelebalix a bajêr Lûîsenplatzê bi dawî bû.

VIYANA

Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê li paytexta Avûstûrya Viyanayê, rabûn ser pêyan. Ciwanan destnîşan kir heta ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin, wê li qadan bin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir biherikin qadan.

LUBECK

Kurdistanî û dostên wan ên Elman li bajarê Lubeck ê Elmanyayê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê pêk tîne, daketin qadan.

Meş ji aliyê Defend Kurdistan ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ku CPT’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye û hat gotin ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Hat destnîşankirin ku CPT erkê xwe yê bi cih nayîne û dema mijar dibe Kurd, ji demokrasiyê dûr dikeve.

Di çalakiya protestoyî de, bal hat kişandina ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdistanê.

Çalakiya ku tê de pankartên cuda cuda hatin hildan, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê, bi pêşengiya TCŞ’ê ji Lîverpool St Staîonê ku yek ji îstasyonên herî qelebalix ên paytextê ye, heta qada Trafalgarê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî” meş hat lidarxistin.

Di meşê de dirûşmeyên “Freedom for Ocalan”, “Peace în Kurdistan”, “Bijî Serok Apo”, “Long Lîve oûr Leader Ocalan” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.

Di çalakiyê belavokên bi sernava “Who is Abdullah Ocalan?” (Abdullah Ocalan kiye?), hatin belavkirin.

Çekdar Amara li ser navê TCŞ’ê axivî. Çekdar Amara destnîşan kir ku ev 20 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nagirin û diyar kir ku êrîşên hovane yên li hemberî gerîlayên azadiyê, polîtîkayek a qirkirinê ya hemwextî pergala tecrîda Îmraliyê ye.

Turkan Bûdak li ser navê Meclîsa Gelê Kurd axivî û bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê rabin ser pêyan û ber bi qadan ve biherikin.