Li Ewropayê çalakiyên hêrsa li dijî dagirkeriyê bênavber didomin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsanê de li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li dijî PKK’ê da destpêkirin, îro li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarên Ewropayê dijîn, bertekên xwe yên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi rojan e berdewam dikin, didomînin.

Li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî hemwext çalakî tên lidarxistin. Li bajarê Lûzern ê Swîsre, Bremen ê Elmanyayê û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê êrîşên qirkirinê yên bi hevkariya PDK’ê hatin protestokirin.

LÛZERN

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber stasyona trenê ya navendî ya li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin cem hev, êrîşên dagirkerî û qirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Ercan Guneş li vir axivî û diyar kir ku heta êrîş neyên rawestandin ew ê berdewam hevkariya dewleta Tirk a dagirker û qetlîamker a bi hêzên xayîn re teşhîr bikin.

Guneş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser têkoşîna gerîla û wiha got: "Gelê Kurd û zarokên wan îro di bin gefa komkujiyê de li ber xwe didin. Pêwîste em bi daketina kolanan xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Roja ku em bi wateya giştî xwedî li berxwedanê derbikevin wê hêzên qetlîamkar û hevkarên wan mehkûmî binketinê bin."

Piştî axaftinê gel dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê ya nîv saetî dom kir de bi berzkirina dirûşmeyan xwedî li berxwedana gerîla hat derketin. Çalakî bi xwendina belavokên bi zimanê Elmanî berdewam kir û banga tevlîbûna meşa girseyî ya wê sibe li Baselê bê lidarxistin hate kirin.

BREMEN

Yek ji bajarên ku tê de xwedî li berxwedana gerîla derketin jî bajarê Bremenê bû. Bi dehan Kurdên ji Bremen û Oldenbûrgê ku bi pêşengiya Komeleya Biratiyê hatin bal hev, hem êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî PKK’ê hem jî êşkenceya sîstematîk a dewleta Tirk a li dijî girtiyên di zindanan de protesto kirin.

Rêxistinên çep ên Elman jî tevlê çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku demildest dagirkerî bê bidawî kirin û ji PDK jî dest ji hevkariyê berde.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di çalakiyê de axivî, got ku ev şer şerekî topyekûn û bi mebesta tunekirina tevgera azadiya Kurd ji hêla siyasî û leşkerî ve li her çar beşên Kurdistanê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker, di vî şerî her cure rê û rêbazê bi kar tîne. Li Rojava, çeteyên OSO’yê, li Bakur jî her cure teknîkê bi kar tîne. Li girtiyên ku dîl digire êşkenceyê dike. Têr nake, bi ser de ji bo astengkirina xebatên siyasî operasyonên qirkirinê dike. Li rex xwe Hikûmeta Başûr ya ku ji xwe re dibêje ez Kurdim digire rex xwe û êriş dike. Divê Hikûmeta Başûr di dagirkeriya dewleta Tirk de nebe amûr. Haya Kurdan ji her tiştî heye. Bila hikûmeta Başûr ji xwe re bêalî bimîne. Axa Kurdistanê axa Kurdan tevan e. Ne malê tapokirî yê tu kesî ye. Tu kes ji tu Kurdî re nikare bibêje ji wir derbikeve. Hikûmeta Başûr xeletiyan dike ku pêşeroja xwe di ya AKP’a faşîst de dibîne. Ew ê têk biçin, lê wê tevgera azadiyê ya Kurd bi ser bikeve. Bijî Berxwedana Gerîla.’’

 

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Erdoganê dîktator” bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Ciwanên çalakvan ên TCŞ û TekoJIN li Strasboûrgê hatin bal hev û li avahiya televizyonê ya Arte TV ya li bajêr de çalakiya bêtaetiya sivîl lidar xistin.

Çalakvanan nêzê saet 5’ê êvarê ketin avahiya televizonê. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi ku bi zimanê Fransî li ser wan hatibû nivîsandin “Na ji şer û îxanetê re” vekirin. Çalakvanan ku xwestin dosyeyekê pêşkêşê televizyonê bikin, tevî zextên hêzên ewlehiyê qada çalakiyê neterikandin.

Di encama sekna bi biryar ya çalakvanan de koordînatorê televizyonê hat, daxwazên wan guhdar kir û dosye girt û diyar kir ku ew ê nûçeyekê li ser sûcên şer ên dewleta Tirk çêbikin. Ciwanan destnîşan kir ku heta ku hevkariya dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê ya bi hev re teşhîr nekin û şerê dagirkerî û komkujiyê ya li dijî Kurdistanê bi dawî nebe, ew ê li qadan bin.