Li Ewropa şahî û çalakiyên 8’ê Adarê
Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek welatên Ewropa derketin qadan û şahî li dar xistin.
Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek welatên Ewropa derketin qadan û şahî li dar xistin.
Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek welatên Ewropa derketin qadan û şahî li dar xistin. Çalakî û şahiyên îro li London, Stûttgart, Parîs û Zurîh li gelek welatan hatin lidarxistin.
LONDON
Li Londonê li dijî şer, şîdeta polîs-dewlet, pergala mêr, îstîsmara kedê û şîdeta li ser jinê, bi dehan rêxistinên jinan ku di nav de jinên Kurd û bi hezaran jin jî di nav de, ji bo pergala wekheviya zayendî ya jinan daketin qadan.
Weke her sal meşa “Million Women Rise ” ku ji aliyê rêxistinên femînîst ên Îngilîstanê ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Londonê tê lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran jinan pêk hat. Di nava meşê de rêxistinên jinên Kurdistanî û Tirk cihê xwe girtin û meş li ber îstasyona Charing Cross dest pê kir. Rêxistinên jinan li gorî rengên xwe tevlî meşê bûn û komên akûstîk yên ritim jî dîmenên rengîn derxistin holê. Di meşê de jinan bi dirûşme û tilîlî û pankartên li dijî zext û tundiyê, modernîteya kapîtalîst, newekhevî, hişmendiya mêr û hêzên mêtînger berz kirin. Di meşê de jinan gelek caran jî dirûşmeyên “ Jin jiyan azadi“ berzkirin.
Hin rêxistinên jinan bi skeç û lîstikên şanoyê bal kişandin ser tundiya desthilatdariya bi zîhniyeta mêr li ser jinan. Dîsa jinên ku bi nasnameya xwe ya etnîkî û olî bi muzîk û dîlanê hatin cem hev gotin: “Em çi dixwazin? Kolanên ewle. Em kengî dixwazin? Niha! Bi dirûşmeya “Jinên ku bibin yek tu carî têk naçe” meşiyan.
Saziyên jinan ên ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi pankart û wêneyê Sakîne Cansiz (Sara), Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin.
STÛTTGAR
Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di mîtînga li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê de bal kişandin ser newekheviya derfetan, îstîsmara kedê û qirkirina fizîkî. Jinan ji jinên dîl re qert şandin û peyama piştevaniyê dan.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Schlossplatz standa agahdarkirinê hate vekirin. Di standê de pankartên balê dikêşlîne li ser qirkirina jinên li Efrîn û Şengalê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi wesîleya 8'ê Adarê amade kiribû hat xwendin û bal hat kişandin ser newekheviya derfetan, îstîsmara kedê û qirkirina fizîkî ya jinan li hemû qadan.
Jinan li ber stranan govend gerand û peyama “Em ji 8’ê Adarê re amade ne“ dan.
Di dawiya çalakiyê de ji bo meşa di 8'ê Adarê de li Stûttgartê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
PARÎS
Li Parîsê çalakiyên Tevgera Jinên Kurd ên di navbera 1 û 8’ê Adarê de berdewam dike.
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry civîneke jinan hate lidarxistin.
Çalakî bi xwendina peyama 8’ê Adarê ya TJK-E dest pê kir.
Di çalakiyê de hunermend Meral Alkan û Kewê derketin li ser dikê û jinan li ber stranan govend gerandin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ZÛRÎH
Navendek din a çalakiyên jinan bajarê Zûrîh ê Swîsreyê bû.
Li ser banga platformên jinan ên di nav de Meclîsa Jinê ya Berîtan û saziyên jinan ên Swîsreyî bi hezaran jin li Bahnhofplatzê bi dirûşma "Dest bi dest, têkoşîna hevpar" li dijî qirkirina jinan, şer, tunekirina ekolojîk û îstîsmara keda jinan hatin cem hev.
Jinên ku di bin dorpêça tund a polîsan de hatin cem hev, li vir bi dirûşmeyan dest bi meşê kir.
Piştî meşê, li ser navê saziyên jinan daxuyanî hatin xwendin. Jinan bertek nîşanî kuştina jineke 60 salî ya hefteya borî li bajarê Baselê da.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Berîtan de hat gotin: "Weke jinên Kurd dema parastina jina azad û civaka li dijî qetlîama jinê hatiye.“
Piştî axaftinan jinan heta qada Ni Una Menos (Helvetiaplatz) meş li dar xist.
Li Swîsre çalakiyên 8’ê Adarê wê heta 12’ê Adarê bidome.