Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG‘ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên gerîlayan derbên giran xwarine, li herêmên berxwedanê yên Kurojahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê gazên jehrî bi kar anîne.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, çawan bihistin ku dagikeran li hemberî gerîla gaza jehrî bi kar anîne daketin qadan û êrîş şermezar kirin.
LEFKOŞA
Li paytexta Qibrisê Lefkoşa, li hemberî êrîş û hewldana qetlîamê ya li ser Kurdistanê, li Deriyê Sînor ê Ledra Palace meş û mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li qada Azadiyê hatin ba hev, li vir dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hildan. Girseyê timî dirûşmeyê "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", " Bijî HPG", " Bimre xiyanet", "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor“ û “PKK gel e, gel li vir e“ berz kirin.
Meşa Kurdistaniyan li ber deriyê sînor ê Ladra Palace veguherî mîtîngê. Li aliyê din ê deriyê sinor de polîsên Tirk xwest mîtîngê proveke bike, lê Kurdistaniyan polîsên Tirk bi dirûşmeyan protesto kirin. Dayika gerîlayekê mekapên zer ên gerîlyan li xwe kir nîşanî polîsên Tirk da û bi van gotinan bertek nîşanî polîsên Tirk da: “Hûn bibin qurbanê vê solê. Ger hûn wêrek bin, werin çekên kîmyewî bi kar neynîn. Wê demê her kes wê bibîne li qada şer ka kî şêr e, kî pez e. Yên ku mekabên zer li xwe dikin zarokên me ne. Wê çiyayên Kurdistanê ji we û hevkarên we yên xiyanetkar re bibe gor.“
Piştî sirûda Çerxa Şoreşê daxuyanî hete xwendin. Daxuyanî endamê Ciwanan Baran Hebûn xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “ Niha li çiyayên Kurdistanê bi destê ciwanên Kurd ên leheng û jinên Kurd dîrok tê nivîsandin. Yekane erka ciwanên Apoyî ye ku vê berxwedana destanî hembêz bikin û berxwedanê ji çiyayên Kurdistanê bigihînin bajaran.
Heya ku gerîla li çiyê lêdixe, em ê bi ruhê Apoyî li her qadê bibin celladên wan ên ku piştgiriya faşîzma AKP-MHP’ê, zîhniyeta qirkirinê hildigirin û diparêzin û di eniya xiyanetê de cih digirin. Yên ku li hemberî vî şerî li ber xwe bidin wê bi ser bikevin; Yên ku di vê têkoşîna bi rûmet de cih girtine wê navê xwe li dîrokê binivîsin. Li ser vê bingehê di şerê rûmetê de em ê weke ciwanên Kurdistanê bi ruhê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê‘ cihê xwe bigrin."
Piştre siyasetmedar Lezgîn Serhat mafê axaftinê girt û got: “Wê çalakiyên me vê re sînordar nemîne. Heta ku Rêbertiya me bigihêje azadiya xwe ya fîzikî wê çalakiyên me li her qadê berdewam bike.“
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî li ser banga Nav-Berlînê, êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên bi çekên kîmyewî li ber Parlamentoya Federal hat protestokirin. Di çalakiyê de pankartên “Bila dewleta Tirk gaza kîmyewî ya li dijî gelê Kurd bikartîne rawestine“, “Tirkiye çekên kîmyewî bikartîne“, “Bimre xiyanet“ û “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime“ hildan. Kurdan di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û“Jin jiyan azadî” berz kirin.
Li ser navê Aveg-Kon’ê Baki Selçûk axivî û got: “Dewleta Tirk a dagiker 40 sal in li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dike, lê heta niha tu encam negirtiye. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dixwaze li hemberî gerîla encamê bigre. Çekên kîmyewî patenta Almanyayê ne. Di êrîşên dagirkirina Efrînê de panzêrên leopard hatin bikaranîn. Yên ku di vê avahiyê de rûdinin, peymana çekan îmze kirin û hevkarên suç in.“
Înîsiyatîfa ku ji Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Meclîsa Jinên Êzidî û Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê Dîe Lînke Ferat Koçak pêk tê, serdana koma partiyên SPD, CDU, Keskan, FDP, Dîe Lînke ku li Parlamenta Eyaleta Berlînê heye kir. Nûnerên van partiyan dosyaya bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li Herêmên Parastina Medyayê ku KNK’ê amadekiriye pêşkêş kir.
KOLN
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li ber Dêra Kolnê Dom li hev civiyan û dewleta Tirk û hevkarê wê PDK'ê şermezar kirin. Di tevahiya çalakiyê de bi dirûşmeyan ji raya giştî ya Elman re hate gotin ku Kurd hatine qetilkirin û ev yek bi çekên NATO’yê pêk hatiye.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê jî li ser banga KCDK-E Kurdistanî herikîn qadan. Kurdistaniyên li ber DKTM'ê ya Parîsê li hev civiyan, alênPKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Gerîla parastina jiyana me ne!" hildan.
Girseya ku li ber Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya a Parîsê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerila" û "Qatil Erdogan" ber bi Strasboûrg St-Denîs (Kemer) ve meşiyan.
Çalakiya bi dirûşmeyan berdewam kir, dîsan heta avahiya DKTM’ê meşiyan.
BASEL
Kurdistaniyên li bajarê Basel yê Swîsreyê li hemberî êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê herikîn qadan. Kurdistanî li ber navenda Îstasyona Trenê ya Baselê li hev ciyan û mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Girseyê timî dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.