Li Ewropa çalakiyên 15'ê Sibatê dewam dikin- HAT NÛKIRIN
Li Ewropayê çalakiyên li dijî komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Li Ewropayê çalakiyên li dijî komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li gelek navendên Ewropayê bi meşên ku hatin lidarxistin hate protestokirin.
LEFKOŞA
Li Lefkoşayê Kurdan û dostên xwe li dijî kompoloya navneteweyî meşekî şermezarkirinê li dar xist. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Meşa ku bi sedan Kurdistanî li bajarê Dali yê Lefkoşyayê li hev civiyan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" hatin hilgirtin.
Di meşa li kolanên herî qelebalix ên Lefkoşayê de girseyê gelek caran bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav li Îmraliyê hezar silav ", "Tirkiyeya faşîst" û "Ji Abdullah Ocalan re azadî" berz kirin.
Girseya ku dem bi dem kolan li trafîkê girtin, li ber Konsolosxaneya Yewnanîstan a Qibrisê meşa xwe berdewam kir. Di çalakiyê de çelenga reş li ber avahiya konsolosxaneyê hate danîn, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
‘BI KOMPLOYÊ XWESTIN QIRKIRINA LI SER KURDAN TEMAM BIKIN‘
Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftinek kir. Serhed diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hêviya azadiyê ya hemû gelên cîhanê komployeke navneteweyî hate kirin û got: “ Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re 23 sal derbas bûn. Ev bi rastî jî nîşan dide ku hemû gelên cîhanê bi taybetî gelê Kurd û gelê Kurdistanê 23 sal in dîlgirtin e. Paradîgmaya Rêber Apo yekane pergala ku îro li ber çavên gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê soza azadiyê dide ye. Dema ku hêzên komploger bi girtina Rêber Apo xwestin qirkirina li ser gelê Kurd temam bikin, Rêber Apo dîwarên Îmraliyê hilweşand û xwe, fikir û îdeolojiya xwe ya azadiyê gihand bi mîlyonan, hêzên komploger di rê de hişt. Her çendî bi berxwedana xwe ya mezin bû kabûsa hêzên komploger, ji bo hemû gelan jî bû hêviyek mezin.“
Buradan Yunanistan devletine de seslenmek istiyorum. Yunan devletinin başta Önder Apo'ya ve özgürlük umudunu Önder Apo'da bulan tüm halklara bir özür borcu vardır. Bu özür dilenmedikçe kara bir leke olarak tarihte yerini alacaktır."
BERLÎN
Li paytext Berlînê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşekê hate protestokirin. Di meşa ku li Hermanstrasse dest pê kir de girseya gel gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Es Lebe Ocalan", "Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe", "Hoch die Internationale solidaritat" berz kirin.
Dema ku polîsên Berlînê gotin dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li ser rêya meşê qedexe ye girseyê bi dengekî bilind “Bijî Serok Apo” qîr kir.
Endamê Meclîsa Nav-Berlînê Mazlûm Karagoz bal kişand ser rola dewletên Ewropayê ya di komployê de û got: “Hêzên komploger bi taybetî Elmanya divê bizane ku Serok Apo çok nedaye, Kurd çok nedaye, yên ku bedena xwe kirin topên êgir û gotin hûn nikarin roja me tarî bikin, çok nedan."
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, salvegera komplo û qedexeya PKK'ê ya dewleta Elman bi meşekê hate protestokirin.
Gelek Kurdistaniyên welatparêz û enternasyonalîst di saet 16.00’an de li ber Kassel Hauptbahnhof hatin cem hev û di tevahiya meşê de belavokên bi zimanê Elmanî xwendin û belavkirin. Bi pankarta “Dem hatiye, ji Ocalan re azadî” û dirûşmên “Bijî Serok Apo” heta qada Konîgplatzê meşiyan.
Çalakiya ku 2 saetan dewam kir bi mîtîng û dirûşmeyan bi dawî bû.
HAMBURG
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Konsolosxaneya Tirk a Hambûrgê çalakiyek hate lidarxistin.
Mîtînga ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşger ên Kurdistan û cîhanê dest pê kir.
Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya ku di mîtîngê de yekemîn axaftina xwe kir, diyar kir ku Abdullah Ocalan vîna gelê Kurd e, ew komployê şermezar dikin û ew ê her tim li pey îdeolojiya Ocalan bin. Nivîskar Anja Flach a parêzvana mafên mirovan jî di axaftina xwe de diyar kir ku wê komplo tu carî negihêje armanca xwe. Flach diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelan e, di heman demê de fîlozofekî mezin e jî, her çendî li Îmraliyê dîl hatibe girtin jî, nêrîn û ramanên wî li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojava şîn dibe.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bimre komploya 15'ê Sibatê", "Bijî Rêber Apo " û "Bijî piştevaniya şoreşgerî" hatin berzkirin.
Her wiha di çarçoveya kampanya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê gelek îmze hatin komkirin.
PARÎS
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan a li banliyoya Evry a Parîsê, li komeleya Grigny hatin cem hev. Di meşa ku heta postexaneya Gringy dom kir de komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Di meşê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Li Parîsê cihek din a çalakiyan qada qelebalix a Trocadéro-Eiffel bû. Kurdistaniyên ku li vir hatin cem hev, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî " hildan û bi dirûşmeyan komplo şermezar kirin.
VIYANA
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê ve hat organîzekirin ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em daxwaza azadiya mîmarê aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dikin." Çalakger li ber Operaya Karlsplatz hatin cem hev ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan.
Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Piştre meş bi mîtînga ku bi qasî 2 saetan dewam kir bi dawî bû.
AMSTERDAM, DEN HAAG Û ARNHEM
Komploya 15’ê Sibatê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arnhemê hate protestokirin.
Xwepêşandan li meydana Dam a Amsterdamê, li derdora stasyona trenê ya Arnhem û li ber dadgeha Den Haagê hatin lidarxistin.
Di çalakiya li Den Haagê de daxuyaniya KCDK-E ya ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan têde hat xwestin hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şertê sereke yê aştiyê ji aliyê Kurdan ve, rakirina tecrîda li ser nûnerê herî girîng ê siyasî yê civaka Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan ji Sibata 1999'an ku li Sefaretxaneya Yewnanîstan a li paytexta Kenyayê Naîrobî bi rengekî dijî hiqûqa navneteweyî tê revandin û heya niha li Îmraliyê tê girtin. Bi milyonan kes bi salan e ji bo azadiya Ocalan kampanyayê didin meşandin.Tecrîd û nêzîkatiya keyfî ya li “Gûantanamoya Ewropayê” didome. Tecrîd û hucreya yekkesî ya demdirêj armanc dike ku li rex tiştên din bi rêya kêmbûna hestiyariyê re ji aliyê psîkolojîk û fizîkî ve girtiyan bişkîne. Ji şert û mercên girtîgehê re "îşkenceya spî" tê gotin.”