BI DÎMEN

Li Essenê meşa piştevaniya bi Rojava re: Ji Rojava re statu

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya siyasî ya herêmê meşekî girseyî lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Essen ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya siyasî ya herêmê meşekî girseyî lidarxistin.

Girseya ku bi banga Meclîsa Gel a Essenê li pêşiya Hauptbahnhofê li hev civiya, piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kir. Girseyê pankartên ku daxwaza “Ji Rojava re statu” dike hilgirtin û di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin.

Die Linke Essen jî tevlî meşê bû. Meş li navenda bajêr bi dawî bû û piştre li ser navê girseyê daxuyaniyên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û naskirina statuya siyasî ya herêmê hat dubarekirin.