Li Enfieldê resepsiyona Newrozê: Em xwedî li nasnameya xwe derdikevin
Li Londonê di çarçoveya çalakiyên Newrozê de li avahiya Şaredariya Enfieldê resepsiyon hate lidarxistin û govend hate gerandin.
Li Londonê di çarçoveya çalakiyên Newrozê de li avahiya Şaredariya Enfieldê resepsiyon hate lidarxistin û govend hate gerandin.
Şaredariya Enfieldê ya Londonê ku Kurdistanî lê gelk in, bi hevkariya Centre For Kurdish Affairs (Navenda Lêkolînên Kurd) û Komîna Têkoşîn Sara resepsiyona Newrozê lidar xist.
Gelek siyasetmedar, nûnerên şaredariyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li gel Kurdistaniyan beşdarî resepsiyona li şaredariyê bûn.
Di destpêka resepsiyonê de yekemîn şaredarê Kurd ê li Îngilistanê Ergîn Erbîl axivî.
Erbîl bi gotina "Newroz pîroz be, bi xêr hatin" dest bi axaftina xwe kir û got, "Ji bo min rûmeteke mezin e ku li vê derê, li Enfieldê bi hev re Newrozê pîroz dikim. Ji ber ku Newroz ne tenê cejnek e; di heman demê de rojeke welê ye ku em bi bîra xwe tînin bê kî ne, bi serbilindî xwedî li çand, nasname û civaka xwe derdikevin."
Piştî Erbîl, parlamentera Partiya Karker Feryal Clark axivî û anî ziman ku Newroz tê wateya berxwedan û azadiyê.
Bi navê Komeleya Kurecîkiyan Hanim Akdemîr jî anî ziman ku Newroz seknek e, berxwedan û azadî ye.
Ji Komîna Têkoşîn Sara jî Zelîş Dîken diyar kir ku Newroz sembola hêviyê, berxwedêrî û nasnameya Kurd e û Newroz pîroz kir.
Piştî axaftinan Koroya Jinan a Kurecîkiyan derkete ser dikê û stranên xwe yên Kurdî got. Her wiha Koma Govendê ya Zarokan a Kirkisrakiyan hunera xwe pêşkêş kir.
Herî dawî hunermend Sûna Alan derkete ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.