Li Elmanyayê hêrsa li dijî dagirkerî û xiyanetê

Kurdistanî û dostên wan diyar kirin ku ew ê di çalakiyên li dijî dagirkeriyê yên li Elmanyayê de ti carî destûrê nedin îxanetê û heta dawiyê ji bo têkoşîna azadiyê têbikoşin.

Li Elmanyayê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî yên li dijî dagirkerî û xiyanetê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ev yek hat tekezkirin; “Ji bo ku xiyanet bi ser nekeve, em zêdetir li dora îdeolojiya Serok Apo bibin yek.”

FRANKFÛRT

Kurdistaniyên ku li Gallûswarte ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di meşa bi pêşengiya TekoJIN hat lidarxistin de bi hezaran kes tevlê bûn û gelek pankart û dovîz hatin hilgirtin.

Girseya gel dema nêzî Haûptwacheyê bû, bi pêlavên Mekap ên zer berxwedana gerîla silav kir û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk û PDK'ê anî ziman. Endamên TekoJIN'ê jî bi daliqndina posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê ji avahiyeke bilind ve qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê dewam dike protesto kirin.

Di dawiya meşê de polîsan nasnameyên ciwanan kontrolkirin û herî kêm 2 ciwan destgîr kirin.

Meş saet 16:00 li qada Haûptwache bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya bi hevkariya PDK’ê meşiyan.

Ligel Kurdistaniyên li Hambûrg û Kîelê dijîn, tevgerên şoreşger ên Tirkiyê û enternasyonalîstên Elman ku tevlê meşê bibûn, komek Ukrayniyên ku welatên wan di nava şer de ne jî piştgirî dan meşê.

Di meşa ku li stasyona trenê ya Sternschanze destpê kir de Siyasetmedarê Kurd Mehmet Şîrîn Amed axivî û diyar kir ku bi xiyaneta PDK'ê ya mîna kêra ko dixwazin li pişta gelê Kurd biçikînin. Amed ragihand ku PDK'a ku mîna leşkerê Erdoganê faşîst e, astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya Kurdan e û got, “Ew ê ti carî destûrê nedin îxanetê û heta dawiyê ji bo têkoşîna azadiyê wê têbikoşin.”

Parêzvana Mafên Jinan Anja Flach jî wiha got: “Ji bo ku xiyanet biser nekeve, em zêdetir li dora îdeolojiya Serok Apo bibin yek.”

Di axaftina li ser navê ciwanên enternasyonalîst hat kirin de peyam hat dayîn ku ew ê li dijî hemû faşîzm û mêtingeriyê her tim li cem gelê Kurd bin.

Di meşa ku bi hezaran Kurdistanî beşdar bûn de dirûşmeyên "Bimre xiyanet", "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana PKK’ê" û "Li çiya negerin, Apoyî li her derê ne" hatin berzkirin.

Meş li taxa Damtorê li nêzî Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû.

STÛTTGART

Kurdistanî û dostên wan li Laûtenschlager Strasse ya bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li hev civiyan û bi pankartên li ser wan hatibû nivîsandin, "Na ji êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê re" û "Bimre xiyanet" meşiyan.

Di meş û mîtînga hat lidar xistin de gelek pankartên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hebûn hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Terorîst Erdogan", "Bijî hevgirtina navneteweyî", "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bomberdûman dike" û "Tankên Elmanî ji Kurdistanê bicehimin" hatin berzkirin.

Meşê bi axaftinên li qada Kobanê ya li Schlossplatzê berdewam kir.

DUSSELDORF

Li ser banga TJK-E û KCDK-E Kurdistanî û jinên Kurd li Dusseldorf Haûptbahnhofê hatin cem hev.

Dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên Seebrûcke Krefeld, Stephan Hagemes Dîrektkandîdat dîe Lînke Krefeld, Frank Solîkomîte Bonn, Grußwort Rote Hîlfe e.V., Women Defend Rojava (Jin Rojava diparêzin) axaftinek kirin û gotin ku ew her tim li hemberî êrîşên dagirkeriyê li cem Kurdan rawestiyane û bomberdûmana dewleta Tirk a li çiyayên Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha ji dewleta Elman a ku çek difiroşe dewleta Tirk re peyam dan û gotin, “Di qetlîama Kurdan de cih negirin”, Her wiha diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ku li dijî qedexeya PKK’ê hatiye destpêkirin.

Berdevka YJK-E Ayten Kaplan û Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut ku di çalakiyê de axivîn gotin, "Em li cem gerîlayên li dijî qirkirina Kurdan li berxwe didin û li rex Rêber Apo yê li berxwe dide cih bigirin." Her wiha banga tevlêbûna ji bo çalakiya navendî ya wê di 30’ê Nîsanê de li Dusseldorfê ji aliyê Kurdistaniyên Elmanya, Belçîka û Hollandayê bê lidarxistin hat kirin.”

HANOVER

Êrîşên dagirkeriyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên ji Hannover û bajarên derdorê hatin protestokirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyaniyên bi zimanê Elmanî ji aliyê YXK Hannover ve hatin xwendin. Welatiyên ku piştî xwendina daxuyaniyan dest bi meşê kirin, bi berzkirina dirûşmeyan hevkariya dewleta Tirk û malbata Barzanî şermezar kirin.

Meşa ku li Opernplatzê destpê kir heta ber Haûptbahnhofê berdewam kir.

Piştî axaftinên li ser navê Nav-Dem Hannoverê û Meclîsa Jinên Êzidî hatin kirin, hêrsa li dijî dagirkerî û îxanetê bi dirûşmeyên ku timî hatin berzkirin, hate nîşandan.