Li Elmanyayê ciwan li dijî qedexeyê çalakiyan lidar dixe

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe, li Elmanyayê rêze çalakî û merasîman lidar dixe.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ji 26’ê Sibatê heta 6’ê Adarê çalakî û merasîman li dar dixin.

Rêxistinên ciwanan ji bo meşa 26’ê Sibatê ya li Essenê, civîna ciwanan ya 27’ê Sibatê ya li Dortmûndê û konsera ciwanan ya 6’ê Adarê ya li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Dem hatiye ku ji dewletên Ewropayê re were nîşandan ku bi PKK'a ku 50 sal in li ber xwe dide, di lîsteyên ku ji bo berjewendiyên xwe amade kirine de nikarin dawî li vê yekê bînin û divê demildest ji vê xeletiyê vegerin. Divê her ciwanek li her qada ku lê ye, her kêliya ku nefes distîne ji bo vê yekê hewl bide. Ev yek tenê bi ciwanên ku bibêjin ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’ wê pêkan be. Divê ti hêz li hemberî rewatiya van destkeftiyan û têkoşînê nekeve xefletê. Li ser vê bingehê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê TCŞ û TekoJIN em ê li bajarên cuda yên Elmanyayê meş, civîna ciwanan û hwd lidar bixin, ji bo wê em bang li ciwan û gelê welatparêz ên Kurdistanê dikin ku beşdarî hemû çalakiyan bibin.

Cih û navnîşanên çalakî û merasîmên ku wê bên lidarxistin wiha ne:

Meş

Dîrok: 26.02.2022

Dem: 14.00

Cih: Essen Hauptbahnhof (Stasyona Trenê ya Navendî)

 

civîna ciwanan

Dîrok: 27.02.2022

Dem: 14.00

Cih: Bornstrasse 166, Dortmund

 

Konsêr

Dîrok: 06.03.2022

Dem: 15.00

Cih: Kärntner Str. 48 70469 Stuttgart / Festhalle Feuerbach

 

Bernameya Konserê:

serhado

Şiyar û Dijwar

hunermendên surprîz