Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gelek bajarên Elmanyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wê li qadan bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê, hevkariya PDK'ê û bikaranîna çekên kîmyewî, dan.
KÎEL
Kurdistanî û dostên wê yên Elman li ber stasyona Trenê ya Navenda Kîelê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk a li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê têk diçe û çekên kîmyewî bi kar tîne hat şermezarkirin.
Çalakiya ji hêla Navenda Çandê ya Kurd pêk hat, bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser polîtîkayên dermirovahî yên dewleta Tirk ku li Kurdistanê dimeşîne û hat gotin ku dewletên rojava li hemberî vê yekê bêdeng dimînin.
Çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.
KASSEL
Li Kasselê jî çalakiyên piştgiriya berxwedana gerîla û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên Tirk didomin. Li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tekojin û DTKM'ê gelek Kurdistanî û aktîvîstên enternasyonalist seat di 18.00'an de li qada Königsplatzê hatin cem hev û mîtîng pêk anîn. Di mîtîngê de belavokên têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimre xiyanet" berz kirin.
FREIBURG
Kurdistanî û dostên wê yên li Freîburgêdijîn li hemberî dagirkerî û xiyanetê PDK'ê seat di 18:00'an de li Alte Synagoge Platzêli hev kom bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimre xiyanet" û "Terorîst Erdogan" berz kirin. Di çalakiyê de li ser navê internationale jugendê axaftin hat kirin. Di axaftinê de bal kişandin ser piştgiriya Almanya û NATO ku didin dewleta Tirk û banga ku êdî piştgiriya dewleta dagirker a Tirk nekin li Almanya û NATO'yê hat kirin.
HANNOVER
Bi sedan Kurdistanî û dostên wê li ber Hauptbahnhofê ya Hannoverê hatin cem hev û mîtînga "Dawî li dagirkerî û xiyanetê were" li dar xistin. Di mîtîngê de daxuyaniya bi Kurdî û Tirkî hatin dayîn, Xoşnav Ata axivî. Ata diyar kir ku hişmendiya çekên kîmyewî bi kar tîne dê têk biçe û got ku ew ê hesabê vê yekê bidin gel.
Di çalkiyê de peyama wê her tim bi gerîlayên cangoriyên gel re bin hate dayîn. Çalakî bi dirûşma "Bimre xiyanet" bi dawî bû.
FRANKFURT
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li Frankfurtê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Di çalakiyê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn û berxwedana gerîla ya li hemberî faşîzmê hat silavkirin. Rêxistinên wekî MLKP ,Partizan, RiseUp 4 Rojava, Revolitioner Jugend Stuttgart pişgirî dane çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike", 'Hemû hêzên dagirker ji Kurdistanê derkevin", "Bijî berxwedana Zapê" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.
DUISBURG
Li bajarê Duizburgê Kurdistanî û dostên wê ji bo şermezarkirina tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, hevkariya malbata Barzanî û bêdengiya çapaniya Ewropayê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li ber WDR'ê mîtîng li dar xistin.
Heyeta ku bi berpirsê çapemeniyê yê WDR'ê hevdîtin pêk anî xwestin cih bidin bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya çapemeniya Elmanyayê hat şermezarkirin. Heyetê dosyaya ku amade kiribû radestî berpirsiyarê WDR'ê kir. Berpirsan jî diyar kirin ku ew ê bûyetên li Kurdistanê ji nêz ve bişopînin.
Çalakgeran ragihandin ku ew ê her roj bi çalakiyan li kolanan bin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîlyan azadiyê.