Li Elmanyayê 10 lêpirsîn li MÎT’ê hate vekirin lê doz nayên vekirin
Hikumeta Elmanyayê ya Federal diyar kir di 2 salên dawîn de li hemberî xebatên sîxurtiyê yên MÎT’ê 10 lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê li hemberî MÎT’ê tu doz nehatine vekirin.
Hikumeta Elmanyayê ya Federal diyar kir di 2 salên dawîn de li hemberî xebatên sîxurtiyê yên MÎT’ê 10 lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê li hemberî MÎT’ê tu doz nehatine vekirin.
Hikumeta Elmanyayê ya Federal li xwe mikur hat ku di salên dawîn de xebatên MÎT’a Tirk a ji bo sîxurtiyê zêde bûye. MÎT ji ser camî, konsolosane, şaxên bankayan û gelek saziyan tora sîxurtiyê ava kiriye. Partiya Çepgir çend roj berê lêpirsînên li ser MÎT’ê anîbû rojeva Meclîsa Federal.
Hikumetê bersiv da pirsnameya parlementera Partiya Çep Sevîm Dagdegelen û diyar kir ji ber xebatên sîxurtiyê yên MÎT’ê di sala 2020’an de 4 û di sal 2021’an de jî 6 lêpirsîn hatine destpêkirin. Derbarê kitekitên lêpirsînan jî tiştek nehate eşkerekirin.
LÊPIRSÎN HENE LÊ DOZ NAYÊN VEKIRIN
Hikumetê diyar kir ku derbarê du lêpirsînên par biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayîn. Lê balkêş e ku ligel van lêpirsînan hê tu doz nehatine vekirin.
Dagdelen diyar kir ji ber rexneyên wê yên li hemberî rejîma Erdogan yekîneyên ewlekariyên Elmanyayê ji bo plana êrişa li hemberî wê ew hişyar kiriye. Dagdelen ji rojnameya Weltê re axivî û ji ber ku hikumeta Elmanyayê li hemberî xebatên MÎT’ê tiştekî nake, rexne li hikumeta Elmanyayê kir.
MÎT bêdengiya dewleta Elmanyayê ji xwe re kiriye firsend û ji sala 2016’an û vir ve xebatên xwe yên sîxurtiyê zêde kiriye. Herî dawîn di meha Cotmehê de hemwelatiyekî Tirk li oteleke Dusseldorfê tevî fîşek û lîsteya navan hatibû destgîrkirin. Hatibû diyarkirin ev kes ji MÎT’ê re dixebite.
8 HEZAR KES JI MÎTÊ RE DIXEBITIN
Li gorî texmînan li Elmanyayê 8 hezar kes ji MÎT’ê re dixebitin. Di xebatên îstîxbaratê de DÎTÎB a ku girêdayî saziya Diyanetê ya Tirk e roleke mezin dilîze. 900 camiyên DÎTÎB’ê hene û meleyên li van camiyan agahiyên derbarê mûxalifên rejîma Erdogan dîrekt radigihînin konsolosxane û balyozxaneyan. Di serê sala 2017’an de li hemberî hin meleyên endamên DÎTÎB’ê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di vê lêpirsînê de qet gav nehatibû avêtin û hatibû ragihandin di Kanûna 2017’an de dosye hatiye girtin. Lêpirsîna li ser 19 xebatkarên DÎTÎB’ê jî piştî bazariya di navbera Berlîn û Enqereyê hatibû girtin.