Bîranîna ku di pêşengiya Meclisa Gel a Kurd a Edinburghê hate kirin de ji bo Ehmed Hêmin Omer ê ji Başûr derbasî Rojava bûbû û li Hesekê şehîd bûbû hate bibîranîn. Di şexsê şehîd Ehmed Hêmin de ji bo hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê rêzgirtin çêbû
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin, wêneyên şehîdan hatin hildan û axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku parastina Şoreşa Rojava berpirsiyariya hevpar a hemû gelê Kurd û dostên wan e. Hate diyarkirin ku têkoşîn wê li gorî mîrateya şehîdan were domandin.
Ji aliyê Meclisa Gel a Kurd a Edinburghê ve axaftin hate kirin û hate gotin ku girîng e berxwedana Rojava li qada navnetewî xwedî lê were derketin, bîranîna şehîdan wê were jiyandin û têkoşîn wê mezintir bibe.