Li Dûîsbûrgê bîranîna şehîdan

Şehîdên Parîsê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.

Şehîdên Parîsê û şehîdên azadiya Kurdistanê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê û Meclîsa Jinan a Asya Yukselê, bi marasîmekê hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan ku li Dûîsbûrgê dimînin, bi wêneyên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê KOMAV’ê Hecî Cemîl axavtin kir. Hecî Cemîl got: “Xwedî derketina li şehîdan, xwedî derketina li Qazî Mihemed, Şêx Seid, Seyîd Riza û Rêber Apo û Kurdistanê ye. Evîn Goyî li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya lê dewleta Fransayê rê li ber vê qetlîamê negirt û sûcek li dijî mirovahiyê kir. Bêdengiya welatên Ewropayê li dijî sûcên tifaqa AKP’ê, ji qetlîama Parîsê ne qut e.“ Hecî Cemîl, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, banga geşkirina têkoşînê kir.

Çekdar Botan ku li ser navê KCDK-E’yê axivî, got: “Pîvana layiqbûna vê fedaîtiyê, bi nêzîkahiya berpêyî şehîdan bi bîrdozî û geşkirina têkoşîna wan e.“ Botan behsa erka têkoşînê ya sala nû kir û diyar kir ku bi têkoşîna sala 2023’yan wê asta têkoşînê ku 50 sal in bi bedelên giran tê kirin, diyar bibe.

Bi pişt re Hevşaredara Cizîrê ya berê Leyla Îmret mafê axavtinê girt û wiha axivî: “Sedsala 21’ê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe ji bo Kurd nebin xwedî statu, bi tevahî êrîşê nirx û ewladên Kurdan dikin. Li dijî vê divê em xwe bêhtir bi rêxistin bikin û xwe xweş organîze bikin. Destkeftiyên Kurdan, bi mayîndebûna şoreşa jinan û şikandina tecrîda Îmraliyê pêkan e.“

Li ser navê MLKP’ê bi bibîranîna mîlîtanên MLKP’ê Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû ku li Rojava şehîd bûn û şehîdên Parîsê dest bi axavtinê hat kirin û hat diyarkirin ku tifaqa AKP-MHP’ê hatiye dawiya rêyê û li ser vî esasî hem êrîşê eniyên çepgir ên li Tirkiyeyê hem jî êrîşê çar parçeyên Kurdistanê dike û banga geşkirina têkoşînê ya şoreşger hat kirin.

Siyasetmedar Ahmet Yildirim jî di bibîranînê de axivî. Yildirim, bi bibîranîna şehîdên Parîsê dest bi axavtinê kir û behsa giringiya hilbijartina sala 2023’yan û xebatên ku wê li ser vî esasî bên kirin, kir. Bavê Şehîd Umît Acar jî axavtinek kir.

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.