Li Dresdenê parlementeran li dijî qedexeya PKK’ê îmze kirin
Parlementerên li Dresdenê tevlê kampanyaya îmzeyan ya li Elmenyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê bûn.
Parlementerên li Dresdenê tevlê kampanyaya îmzeyan ya li Elmenyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê bûn.
Li Meclîsa Eyaleta Dresden a Elmanyayê, Hevserokê FED-KURD Kerem Gok, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê Ozlem Dogan, Berdevka Meclîsa Jinê ya Ûta Fatma Han, ji bo li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê îmzeyan kom bikin, bi partiyên siyasî re hatin cem hev. .
Parlamenterên eyaletê yên ku bi wan re hevdîtin pêk hat, piştgirî dan daxwaznameya ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê.
Li gorî agahiyên ji aliyê şandeya Kurd a ku hevdîtin pêk anî, parlamenter Mîkro Schûltze, Marîka Tandler û Nîco Brunler diyar kirin ku ew ê bibin rêvebirên daxwaznameyê û wê ji parlamenterên din ên li Meclîsê jî îmzeyan werbigirin.