Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li banliyoya Drancy ya Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriya li Mexmûrê daxuyanî da çapemeniyê.
Ciwanan diyar kir ku 26 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ji bo xerakirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bang ji bo derketina qadan kir.
Ciwanan, îşaret bi zext û hewila dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya artêşa Iraqê kir, xwest ku artêş demildest vekişe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çawa ku xelkê Mexmûrê vê tecrîdê qebûl nake, em ciwanên TCŞ’ê jî wê berxwedanê geş bikin.”
Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bijî Serok Apo”, “Bêyî Serok jiyan nabe” û “Bila bimire xiyanet” qediya.