Li Drancyê ciwan daketin qadan
Ciwanên ku bihîstin li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, deketin qadan û çalakî li dar xistin.
Ciwanên ku bihîstin li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, deketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber DTM ya Drancy heta Bobigny meşek lidarxistin.
Di meşa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa “Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e; deng bide têkoşîna gelê Kurd!” hildan.
Ciwanan diyar kirin ku ew deyndarê gerîlayên li Kurdistanê li ber xwe didin û şehîdan e. Ciwanan banga bilindkirina têkoşînê kirin.