Li Dortmûndê çalakiya piştewaniya bi girtiyan re hat lidarxistin

Endamên KOMAW’ê li Dortmûndê bal kişandin li ser zilma dewleta Tirk a li hemberî hemû girtiyan û bi taybetî girtiyên nexweş, banga bêdeng nemayina li hemberî wê hat kirin.

Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) ji bo balê bikişîne ser êşkence û tecrîda giran a dewleta Tirk a li girtîgehan û rewşa bi sedan girtiyên nexweş, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê mîtîngek li dar xist.

Di daxuyaniya li ser navê KOMAW'ê hat xwendin de hat ragihandin ku girtîgeh bûne malên mirinê û daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê hatine veguhestin. Hat bibîrxistin ku di sala 2021'an de tenê li Herêma Anatoliya Navîn 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û di rapora sê mehane ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ya 20 girtîgehan de 3 hezar û 118 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.

Hat diyarkirin ku siyasetmedar Aysel Tûglûk a ku rewşa wê ya tenduristiyê girantir bûye jî di asteke ku nikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne û daxwaza berdana wê hat kirin.

Di çalakiya ku malbatên girtiyên ku li Wan û Amedê nobetê didomînin hatin silavkirin, hate diyarkirin ku bêdengiya raya giştî cesaretê dide pêkanînên dijmirovahî yên rêveberiya AKP-MHP’ê.

Di daxuyaniyê de her wiha ev bang hat kirin, "Em li hemberî vê sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin, berevajî divê weke erkeke enternasyonalîstî em bi awayekî aktîf tevlî têkoşîna hevpar a mirovahî û demokratîk bibin û li dijî vî sûcî têbikoşin!"