Li dijî tecrîdê li ber PE’yê çalakî hat lidarxistin

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek li ber Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin.

TJK-E’yê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, ji bo ku berpirsyariyên saziyên Ewropayê bi erka xwe rabibin, li ber PE’yê banga tevlêbûna çalakiyan kir.

Kurd û dostên wan, li Qada Lûxemboûrg a li ber PE’yê hatin ba hev û di serî de Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), bêdengiya saziyên Ewropayê protesto kir.

Di çalakiyê de pankartên li ser “Jinên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çalakiyê de ne”, “Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e” û “Em pergala Îmraliyê bişkînin, bi Abdullah Ocalan re azad bijîn” nivîsandî, hatin vekirin. Bêyî navber dirûşma “Em hemû PKK’yîne” hat berzkirin.

Di çalakiyê de alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan di çalakiyê de axivî û bertek nîşanê bêdengiya Parlamentoya Ewropayê da.

Kaplan diyar kir ku ji bo ku CPT daxuyaniyê bide, ew ê li qadan bin û got: “Rêbertî, boneya hebûna me ye. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û hat diyarkirin ku nahêlin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran û malbata xwe re hevdîtinê bike.