Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê çalakî hat lidarxistin. Girse, bi pêşengiya Komîteya Rojava û saziyên enternasyonalîst li Bahnhofplatzê hatin ba hev û wêneyên Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Ercan Guneş axivî. Guneş, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Rojava şermezar kir û got: “Em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.”
Piştre li ser navê Komîteya Rojava, daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerekê topyekûn li dijî gelê Kurd tê kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Îranê zilmê li gelê xwe dike. Tirkiye jî ji derveyê sînorên xwe, êrîşê gelê Rojava dike. Bi dehan gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj tên bombekirin, cih û warê sivîlan tê tunekirin dikevin wê hewilê ku mirov birevin. Tirkiyeyê her ji niha ve tevgerek a bejahî ya berfireh ragihand û armanca wê ew e ku hemû herêma Rojava dagir bike. Ewropa li bêdengiya xwe dewam dike. Gelê Kurd bang li van dewletan dike ku hevkariya xwe ya bi rejîma Tirk re bi dawî bînin. Lê berovajî ev dewlet têkîliyên xwe yên siyasî, bazarî û aborî yên bi Erdogan re, hîn xurtir dikin.
Welatên Ewropayê çavên xwe berdane gaz û petrola ku divê ji Tirkiyeyê ji bo Ewropayê bê veguhestin. Dibe ku berjewendiyên cuda yên Îran û Tirkiyeyê li herêmê hebin, lê di çewisandina gelên azadîxwaz û tevgerên pêşverû de, hevpar in. Her du rejîm jî tenê ji bo ku bala li ser krîzên xwe yên siyasî yên hundirîn û rewşa xirab a li welatên xwe belav bikin, şerê tunekirina hêzên demokratîk dikin.
Li Îranê nêzîkê 500 kes hatine qetilkirin, qet nebe 18 hezar kes hatine girtin û êrîş li dijî berxwedanê berdewam in. Rojava amade ye ku li ber xwe bide. Li dijî vî şerê ku tê de hiqûqa navneteweyî binpê dibe, bêdengiyeke wisa heye ku mirov ji ber ker dibe.
Weke gelek welatên din ên Ewropayê, hikûmeta Swîsre ya federal jî di aliyê siyasî û aborî de, ew û rejîma Erdogan têkiliyan bi hev û din re datînin. Îran ji negirtina encamê ji çalakiyên xwe yên bi xwîn, wêrekiyê digire. Bêdengiya wan dikuje, ji ber piştgiriyê didin van rejîman.
Em rêxistinên civakî yên sivîl, dengê xwe bilind dikin. Dîktator, ji piştevaniya me ya bi gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Îranê re, ditirsin. Lewma em bang li femînîst û her kesê ku li demokrasî û ekolojiyê difikire, dikin ku piştgiriyê bidin gelên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Îranê. Em dixwazin ku Swîsre helwest bigire û siyasetmedar û şîrketên Swîsreyî dest ji piştgiriya xwe ya bi rejîmê re berdin! Bijî piştevaniya navneteweyî! Jin jiyan azadî!”