Li Den Haagê ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorî” îmze hatin komkirin.
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorî” îmze hatin komkirin.
Êvara roja Şemiyê li Den Haagê bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Ronahî standek hat danîn.
Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorî yên DYE û YE’yê gelek îmze hatin berhevkirin.
Hat zanîn ku wê di rojên li pêşiya me de jî li bajêr berhevkirina îmzeyan bidome.
Demek beriya niha Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan, bang li kesayetên navdar ên navneteweyî yên ji 30 welatan kiribû ku tevlî kampanyaya derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bibin. 1003 kes tevlî bangawaziyê bûn û di 13'ê Kanûna 2021'an de dest bi kampanya "PKK ji lîsteya terorê were derxistin" kirin. Kampanya li hemû cîhanê tê meşandin.