BI DÎMEN

Li Den Haag’ê Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Newroz bi tevlîbûna bi hezaran kesan di nava coşeke mezin de hate pîrozkirin.

Şahî roja Şemiyê di koordînasyona DemNed û YJK-H’ê de hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û xwedî li ruhê berxwedan, yekîtî û azadiyê yê Newrozê derketin.

Bername ji bo bîranîna şehîdên Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sirûda neteweyî ya Kurdî “Ey Reqîb” hate xwendin. Di tevahiya şahiyê de hunermend derketin ser dikê û govend hate gerandin.

Li qadê bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Beşdaran anî ziman ku Rêber Apo di Newroza 2026’an de ji bo gelê Kurd bi roleke diyarker rabûye.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Idrîs Balûken di şahiyê de axivî û bal kişand ser wateya dîrokî ya Newrozê.

Balûken anî ziman ku Newroz sembola agirê azadiyê yê Kawayê Hesinkar ê li dijî Dehaqê zilmkar e. Balûken di serî de Mazlûm Dogan hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.