Li Darmstadtê li dijî qedexeyê standa îmzeyan
Ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê standa îmzeyan hat vekirin.
Ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê standa îmzeyan hat vekirin.
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin standa îmzeyan hat vekirin. Di standa hevpar a ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadt û Meclîsa Jinê ya Rosa ve hat organîzekirin de, gelek îmze hatin komkirin.
Di standê de broşurên ku tê gotin PKK ne rêxistineke terorîst e, tevgereke li ser bingeha azadiya gelan e û broşurên ku balê dikêşe li ser tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Hat zanîn ku dê kampanya îmzeyan û standên agahdarkirinê li herêmên cuda yên herêmê bên vekirin.