Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ji aliyê ciwan û komên ciwanan ên enternasyonalîst ve li Luisenplatzê bi dirûşmeya, “Xwedî li Rojava derkeve” stand hate vekirin.
Di standê de agahî derbarê xebatên alîkariyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava de agahî hatin dayîn. Gel eleqeyekî zêde nîşanî çalakiyê da.
Di daxuyaniya li ser navê organîzasyonê de hate diyarkirin ku di serî de Kobanê herêmên rêveberiya xweser a Kurd ji aliyê rêveberiya Şamê û Tirkiyeyê ve tên dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku bi taybet li Kobanê ku zêdeyî 400 hezar koçber lê hene, tevî agibest û peymana bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin jî dorpêç bi heftiyan in dewam dike.
Bang li Hikûmemta Federal a Elman hate kirin ku ji bo tavile rakirina dorpêça Kobanê, vekirina korîdorên mirovî û gihandina bêastengî ya ji bo av, kehrebe, xurek û lênerîna tibbî hemû rêyên dîplomatîk bêne bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê dawî li hebûna dewleta Tirk a li Efrînê û dorpêça Kobanê were anîn.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî di navbera rêveberiya xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de peyman hatiye kirin jî, ji ber ku sînora Tirkiyeyê girtî ye tidarîka ji bo Kobanê hatiye astengkirin û ji ber vê yekê rewşa mirovî girantir bûye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa siyasî ya li Rojava tevî peymana hatî îmzekirin jî nediyarbûna xwe diparêze. Her wiha hat bibîrxistin ku gelê Kurd di demboriyê de, di têkoşîna li dijî avaniyên çete û herî dawî li dijî DAÎŞ’ê de rolekî girîng lîstiye û hate gotin ku divê civaka navneteweyî zêdetir berpirsyariyê nîşan bide.
Hate diyarkirin ku alîkariyên ku di standê de hatin komkirin, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo penaberên li Rojava werin şandin û hate ragihandin ku xebatên ji bo piştgiriya Rojava dewam bike.