Li Cenevreyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Di çalakiyê de, di şexsê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya ku bi Mazlûm Dogan despê kir û bi Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek dom kir de, ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilgirtin.
‘RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ BI HEZARAN BERXWEDÊR AVA KIRIYE’
Piştî rêzgirtinê Berdevkê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Kasim Erîk got, "Eger têkoşîna îro ya girtiyên li zindanan û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê tê birêve dibin, dikare dijmin têk bibe, divê em jî li her qada ku em tê de ne xwedî li vê têkoşînê derkevin. ”
Erîk diyar kir ku gelê Kurd ji berxwedana girtîgehan re ne biyanî ye û wiha pêde çû: “Berxwedana ku duh Kemal, Hayrî, Akîf û Elî Çîçekan li dijî xeta îmha û xiyanetê nîşan dan, îro bûye hêviya bi hezaran gerîlayên azadiyê. Pratîka berxwedana 14’ê Tîrmehê îro li qadên azadiyê, bi hezaran berxwedêr ava kiriye.
Em destûr nadin ku li ser endamtiya Norveç û Fînlandiyayê ya NATO’yê, li dijî desketiyên gelê Kurd peymanek bê çêkirin. Em ê li dijî van peymanên qirêj, li her qada ku lê ne têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinê Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û li vir demek dirêj dirûşmeyên xwedî derketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye” berzkirin.