Li Kurdistan, Ewrûpa û seranserê cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ dewam dike. Li dehan bajarên Swîsreyê jî bênavber standên îmzeyan tên danîn û îmze tên berhevkirin. Yek ji van bajaran jî Cenevre ye. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) û endamên Înîsiyatîfa Jinan a Sema Yuce û aktîvîstên ciwan, her hefte li navendên giring ên bajêr standan datînin û îmzeyan berhev dikin.
TEVGERA AZADIYÊ
Endama Înîsiyatîfa Jinan Muzeyyen Orhan diyar kir ku PKK tevgerek e ku ji bo azadiyê têdikoşe, lewma divê ne di nav vê lîsteyê de be û got: “Neheqiyeke mezin e li PKK’ê, hebûna navê wê di vê lîstê de. Terorîstên rastîn dewleta Tirk e. Terorîstê esil dewleta Tirk bi xwe ye. Lê ji ber sûcên ku dike kes tiştekî bi dewleta Tirk nake, wê nadarizîne.“
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN‘
Orhan got ku dewletên Ewropayê, gelên bindest ên ji bo azadiyê têdikoşin, dixin nav lîsteyên qedexe û wiha got: “Ji bo ku em ji pêvajoya heyî re bibin bersiv, banga min li Kurd û Kurdistaniyan ew e ku hestiyar bin ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji nav lîsteyê. Heta bigihîjîn armanca xwe, em ê bi hemû hêza xwe li têkoşînê dewam bikin.“
‘DIVÊ TIRKIYE DI NAVA LÎSTEYA TERORÊ DE BE‘
Hevserokê CDK-Ge’yê Erdal Atasoy jî têkildarê kampanyaya berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji nav lîsteyên qedexekirî ya bi pêşengiya Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî hat destpêkirin, got ku ji roja kampanya dest pê kiriye heta bi niha wan hem li Cenevreyê hem jî li cihên din ên Swîsreyê bi standên ji aliyê meclîsên gel ve hatine danîn, li berhevkirina îmzeyan dewam kiriye û got: “Divê dewleta Tirk bi xwe di nav lîsteya terorê de bûya. Em bi vê kampanyayê hem li berhevkirina îmzeyan dewam dikin hem jî dewleta Tirk a qirker teşhîr dikin.“