Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya nobetê ya “Dem dema azadiyê ye” ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî tê berdewamkirin, gihîşt hefteya 269’emîn.
Çalakvanên ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li Qada Nationsê li hev dicivin, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina statuya Kurdistanê banga xwe li civaka navneteweyî dubare kirin.
Çalakiya vê hefteyê diyarî Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku di 11’ê Adarê de li nexweşaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hate kirin. Çalakî ji bo kesên ku di Komkujiya Helebçeyê û têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Daxuyanî ji aliyê Îbrahîm Yuksel ve hate dayîn. Yuksel di axaftina xwe de şehîdên Helebçeyê, Salih Muslim û kesên ku di berxwedana Newrozê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
Yuksel destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd di aliyê dîrokî de nîşaneya berxwedan û azadiyê ye û bal kişand ser geşedanên heyî ya li Rojhilata Navîn. Yuksel diyar kir ku pevçûnên li Iraq, Sûriye û Îranê kûr bûne û bilêv kir ku xeteriya zêdebûna van krîzan heye.
Yuksel anî ziman ku çareseriya mayînde bi pêkanîna civaka demokratîk pêkan e.
Çalakvanan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Demokrasiyê” banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku di 21’ê Adarê de li Zurîhê were lidarxistin, kirin.
Çalakiya ku peyama, “Niha dema azadiyê ye” derket pêş, di saet 17:00’an de bi dawî bû.