Li Cenevreyê çalakiya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ dewam dike
Li Cenevreyê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çalakiyê de ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin.
Li Cenevreyê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çalakiyê de ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin.
Kurdistanî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
Endamê Têkîliyên Derve yê Konseya Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têcrîda girankirî ya li ser wî, bi zimanê Fransî daxuyaniyek da. Baytar anî ziman ku komploya navneteweyî ku ji aliyê NY’ê û dewletên rojavayî pêk hat, ev 2 sal in bi tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din xwe dide der.
Baytar diyar kir ku van dewletan paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gel dîlgirtina 24 salan jî, ji bo xwe weke xeteriyê dibînin. Baytar anî ziman ku îro mifteya mîsogerkirina azadiya gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd bi pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo, pêkan e.
Piştî daxuyaniya Baytar, Hevserokê CDK’ê yê Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî axivî. Çelebî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve tecrîdek di bin tecrîdê de ye û anî ziman ku dema tecrîd giran dibe li qadên gerîla û hemû qadên ku Kurd lê dijîn, operasyonên qirkirinê tên kirin.
Çelebî anî ziman ku ew ji tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got: “Demek dirêj e em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ji ber vê girîng e ku em xwedî her curê çalakiyan derbikevin. Em gelê Kurd ji xeynî şikandina tecrîdê tu çarenûsa me nîne.“
Çelebî îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û got: “Erk û berpirsiyariyên me hîn bi dawî nebûne. Hemû gelê me yên li vir, divê beriya 14’ê Gulanê telefona xizm, malbat û dostên xwe bikin ku biçin ser sindoqan.”
Piştî axaftinan girse bi berzkirina dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.