Li Cenevreyê bîranîna Madimak û Kerbelayê

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Komkujiya Madimakê û Kerbela hatin bîranîn.

Di çalakiyê de ku zêdeyî sed kes tevlî bûn, êşên berê hatin bîranîn û ji bo aştî û piştevaniyê peyam hatin dayin.

Bernameyê bi gulbankê destpê kir ku ji aliyê Alî Çalhan ve hate dayin. Piştre Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat axivî û bal kişand ser komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Kerbela, Madimak û heta vê demê têne kirin.

Polat got, "Em Elewî di vê pêvajoyê de alîgirê aştiyê ne. Em ê piştevan û şopdarê aştiyê bin."

Piştre Koma Semahê ya Cenevreyê hunera xwe pêşkêş kir. Hunermendê Kurd ê Elewî Ranê Sû jî bi stranên xwe birînên rabirdûyê bi bîr xist.

Di bernameyê de helbestên Pîr Sûltan Abdal, Behçet Aysan û Metîn Altinok hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.