Li Cenevre û Lozanê çalakiyên Çarşemê

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê çalakiyên Kurdistaniyan yên bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê didomin.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê Kurdan ve her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê tê lidarxistin, zêdeyî salek e didome.

Çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve didome, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve xwedî lê hat derketin.

Di şexsê Endama Meclîsa Leşkerî ya YJA Starê û Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Viyan Caf (Leyla Welî Huseyîn) ku sala 2006’an de bi çalakiya fedayî şehîd bû de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam bi bîranîna Viyan Caf re dest bi axaftina xwe kir û got, "Li dijî êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên bi hevkariya PDK-Erdogan ku gelê Kurd û Kurdistanê dikin armanc û didomin, bi bingehgirtina xeta têkoşîn û berxwedanê ya Viyan Caf û hevrêyên wê emê hêzên qetlîamker têk bibin."

Salîh Saglam ji bo meşa girseyî ya 13'ê Sibatê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku wê komploya 15'ê Sibatê bê protestokirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê qîrîn banga tevlîbûnê kir.

Piştî axaftina Saglam Kurdistaniyan dirûşmeyên ji bo xwedîderketina li pêngava "Dem dema azadiyê" berz kirin û çalakiya rûniştinê berdewam kirin.

LOZAN

Çalakiya standê ya ku her Çarşem li bajarê Lozanê pêk tê, didome.

Ji 24’ê Mijdara 2021’an û şûnde ji aliyê TekoJIN û TCŞ’ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate danîn.

Ciwan ji aliyekê ve ji raya giştî re radigihînin bê ka çima divê Abdullah Ocalan azad bibe, di heman demê de çalakiya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatiye destpêkirin, berdewam dikin.