Di çarçoveya çalakiyên 15'ê Sibatê yên Meclîsa Gel a Kurd de, bi rêya şîrketeke girîng a belavkirinê ya li Îngilîstanê, li zêdetirî 200 rawestgehên otobusan û 60 bîlbord ku bi giştî zêdetirî 260 cihî bû afîş hatin vekirin.
Posterên 'Abdullah Öcalan' ku li ser bîllboard û rawestgehan li sedan cihên wekî meydanên navdar Tower Hamlet, Greenwîch, Barkîng, Ealîng, Barnet, Croydon, Enfîeld, Edmonton, Dalston, Hackney, Newham û Levîsham yên Londrayê, bal kişand.
di pankartên ku wê tevahiya meha sibatê bi bîlbord û rawestgehan daliqandî bin de bal hat kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di pankartan de pirsa "Hûn dikarin bi rojan di bin tecrîdê de li girtîgeha Tirkiyeyê bijîn?” tê kirin hatiye nivîsandin, li jêra wê jî ev gotin hatine nivîsandin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 8400 roj in di hucreya zindana giravî ya Tirkiyê de tê ragirtin.”
XEBATÊN JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN YÊN LI LONDRAYÊ MEZIN DIBE
Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal ku derbarê çalakiya pankartan de agahî da, diyar kir ku di çarçoveya pêngava "Dema Azadiyê" de xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin her ku diçe mezin dibe.
Akbal da zanîn ku wan bi sendîkayên herî mezin ên Îngilîstanê re kampanya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' bi raya giştî re anîn ziman û wiha got: “Îro Festîvala Karkeran a Dûrham û Festîvala Şehîdan a Tolpûddle ya 2019’an ku ji mezintirîn festîvalên karkeran e pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Di kongreyên sendîkayan de ku bi milyonan endam, parlementer, nivîskar û rewşenbîrên çep ên pêşverû pêk tên, wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û banga “azadî” kirin. Di çarçoveya pêngava ku li Îngilîstanê bi pêş ket û li giştî belav bû û bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, em li vir Rêber Apo digihînin çar aliyê Londonê.”
ROJEVA LI BRÎTANYA 'JI RÊBER APO RE AZADÎ'
Akbal bi bîr xist ku wan par li Îngilîstanê di 86 rojnameyên herêmî û neteweyî de reklam danîne û wiha pêde çû: “Ji bo du hefteyan wê li ser bi sedan panoyên reklamê û bîlboardan, pankartên banga azadiyê dikin bên daliqandin û balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber Apo. Em îro ji bo tecrîd û azadiya Rêber Apo ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û wekhevî, azadî û jiyana aştiyane ya gelan pêk tîne, banga hevgirtin û hestiyariyê dikin.
Bi belavkirina manîfestoya Rêbertiya xwe ya modernîteya demokratîk li civakên dost û pêşverû yên Brîtanyayê, em xebatên xwe didomînin ku hemû komên li dijî pergalê tev li xebatên xwe bikin. Fikrên Rêbertiya me ji aliyê gelek aliyên dij-sîstêmî ve hatine qebûlkirin û belav bûne û bandoreke cidî dikin.”