Li Brukselê têkildarê tîma sûîqestê civîneke çapemeniyê wê bê lidarxistin

Li paytexta Belçîka Brukselê wê roja 1’ê Adarê têkildarê doza ku têkildarê hewldanên sûîqestê ya li hemberî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hatibû vekirin, wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.

Civîna çapemeniyê wê 1'ê Adarê saet 11:00'an li Klûba Çapemeniyê ya Brukselê bê lidarxistin. Konferans dikare li ser înternetê jî were şopandin.

Di civîna çapemeniyê ya derbarê ekîba sûîqestê de wê parêzerê Aydar û Kartal Jan Fermon derbarê dozê de agahiyan bide.

Parêzerê malbatên 3 jinên şoreşger ên Kurd ên di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Antoîne Comte, rojnamevan Hayko Bagdat û Erk Acarer ên li Elmanyayê li sirgûnê dijîn û Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal ên rastî hewldana sûîqestê hatin, wê wek axaftvan di civîna çapemeniyê de cih bigirin.

Rûniştina doza 4 sîxurên Tirk wê di 11'ê Adarê de li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li ser esasê dozê dest pê bike. Danişîna yekem di 1’ê Cotmeha 2021’ê de hat dîtin.

Di encama lêpirsîna ku di Hezîrana 2017’an de li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar pêk hat, biryar hat dayîn ku di 18’ê Hezîrana 2021’an de doz bê vekirin.

Di dosyaya dozê de derket holê ku li Ewropayê şebekeyeke berfireh a sûîqest û sîxuriyê heye, di Komkujiya Parîsê de rola gelek kesan di nav de Balyozê berê yê Tirkiyeyê yê Parîsê Îsmaîl Hakkî Musa jî heye. Di dosyayê de tesbîtên cidî hene ku kesên di sûîqesta li Brukselê de cih digirin ji aliyê Îsmaîl Hakki Mûsa ve hatine koordînekirin.

Têkiliyên rasterast ên di ekîba sûîqestê de bi Enqereyê û heta bi Koşka Serokomariya Tirkiyeyê re hatin diyarkirin. Çavdêriya teknîkî, telefon, wêne û îtîrafkar piştrast dikin ku ji Komkujiya Parîsê heta hewldana sûîqestê ya li Brukselê, bi fermana Enqereyê şebekeyeke berfireh a kuştinan li Ewropayê digere.

Endamên ekîba sûîqestê bi damezrînerê SADAT'ê Adnan Tanriverdî, yek ji şêwirmendên Erdogan ên li Parîs û Enqereyê û Serşêwirmendê wî û Endamê Komîteya Polîtîkayên Ewlehiyê û Polîtîkaya Derve ya Serokatiyê re hevdîtin kirin. Wêneyên ku bi Dr. Seyît Sertçelik re hatine kişandin hene.

Di lêkolînê de derket holê ku navenda ekîba kujer Fransa bû. Li aliyê din Fransa red dike ku agahiyên berfireh bi edaleta Belçîkayê re parve bike.

Di civîna çapemeniyê ya li Brûkselê de wê rapora berfireh a li ser sûîqest û hewldanên sûîqestê yên dewleta Tirk ên li Ewropayê ji beşdar û endamên çapemeniyê re bê pêşkêşkirin.