Li Brukselê civîna bi sernavê 'Tirkiye û Kurd'

Li Parlamenta Ewropayê wê 25'ê Sibatê bi civînekê mijarên diyalog, aştî, lihevkirin û demokrasî ya navbera Tirkiye û Kurdan bêne nirxandin.

CIVÎNA LI PARLAMENTA EWROPAYÊ

Bi malovaniya endama Parlamenta Ewropayê (MEP) Evîn Încîr wê civînek bi sernavê "Turkey and the Kurds in Dialogue: Peace, Reconciliation and Democracy" di 25'ê Sibata 2026'an de roja Çarşemê li Brukselê bê lidarxistin. Civîn wê li salona SPINELLI 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 17:00-19:00 de pêk were.

Moderatoriya bernameyê wê ji aliyê rojnamevan Amerîn Zaman ve bê kirin. Di civînê de ku axaftin wê bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Îtalî bêne wergerandin, endamên Parlamenta Ewropayê yên ji komên siyasî yên cuda, akademîsyen û siyasetmedar wê biaxivin.

Li gel Evîn Încîr wê endama destreya rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdevîren, Andreas Schieder, Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Mîthat Sancar, Leoluca Orlando, Per Clausen, Thijs Reuten û Dr. Ayhan Işik jî tevlî bibin.

Parêzera Mafên Mirovan Şîrîn Ebadî ya ku Xelta Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê Bİanca Jagger û Xelatgira Saskharovê Leyla Zana piştevanên civînê ne.

Tê payin ku di civînê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û rola gengaz a Ewropayê ya di vê pêvajoyê de bêne nirxandin.