Li Brukselê civîn: Tîma sûîkastê ya Tirk û têkiliya wê ya bi Enqereyê hate tespîtkirin
Li Brukselê derabarê sûîkasta li ser Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin.
Li Brukselê derabarê sûîkasta li ser Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin.
Li Kluba Çapemeniyê ya Brukselê parêzerê malbatên her sê jinên şoreşger ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin Antoîne Comte (li ser înternetê tevlê bû), rojnameger Erk Acarer (Li ser înternetê tevlê bû) û Hayko Bagdat, Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Di konferansê de li ser hewldanên sûîkastê yên ku li Ewropayê tê kirin, torên sîxurtiyê û xebatên çewisandinê pêşkêşiyeke berfireh hate kirin.
Di Hezîrana 2017’an de li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldaneke sûîkastê hatibû kirin û ligel ku dozger xwestibû dosyeyê bigire di 18’ê Hezîrana 2021’an de biryara vekirina dozê hatibû dayîn.
Di dosyeya dozê de diyar dibe li Ewropayê toreke berfireh a sîxûr û sûîkastan heye û Balyozê berê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa jî di nav de qala rola gelek kesên di Qetlîama Parîsê de dike. Hatibû tespîtkirin kesên di koma sûîkastê de cih digirin têkiliya wan bi Enqere, Qesra Serokkomariyê ya Tirk re heye.
Endamên koma sûîkastê bi şêwirmendê Erdogan û avakarê SADAT’ê Adnan Tanriverdî û serşêwirmend û Ednamê Desteya Polîtîkayê Derve û Ewlekariyê ya Serokkomariyê Prof. Dr. Seyît Erçelîk re wêne girtine.
Zubeyîr Aydar diyar kir di 11’ê mehê de li Dadgeha Brukselê doz were destpêkirin û derbarê rapora ku pêşkêşî çapemeniyê kirine jî agahî dan. Aydar got “Hewldana sûîkasta li Brukselê bi awayekî organîze hatiye kirin û Yakûp Koç ê ku li ser koma sûîkastê ye jî têkiliya wî bi Balyozxaneya Parîsê û gelek saziyên Tirk re heye. Piştî sûîkasta di sala 2013’an de gelek agahî derketin pêş û lêpirsîn nehate birêvebirin. Ne bi tenê me, hemû mûxalefet di hedefê de ne. Divê Ewropa tevdîrên cîddî bistînin.”
FERMON: 4 KES TÊN DARIZANDIN
Parêzer Jan Fermon diyar kir ku di vê dozê de 4 kes tên darizandin û bi hinceta endamên komeke çeteyan a krîmînal in û tevlî rêxistinên terorîst bûne, ev kes tên sûcdarkirin.
Fermon wêneyê endamê koma sûîkastê Îrfan Yeşîlyûrt ê bi Adnan Tanriverdî re nîşan da û diyar kir ku SADAT amûreke paralel a rejîma Erdogan e.
KARTAL NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BÊDENGIYA EWROPAYÊ DA
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir zext gihiştine asta sûîkastê lê Ewropa hê jî bi dewleta Tirk re hevkariya sûc dike û got “Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û demokrasiyê dike, bêdeng e. “