Li Brestê çalakiya piştevaniya bi gelên Îranê re hat lidarxistin

Ji bo piştevaniya berxwedana gel ku bi mehan e li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e, li bajarê Brest ê Fransayê çalakî hat lidarxistin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistan ji 16’ê Îlonê heta bi niha gel li dijî dewleta Îranê li ber xwe dide. Li bajarê Brest ê Fransayê ji bo piştevaniya bi gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re ku li ber xwe didin çalakî hat lidarxistin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û çepgir û Kurdistanî û Îraniyên li bajarê Brestê, êvarê li qada Rûe de Sîam çalakiyek li dar xist. Çalakiya piştevaniyê, bi rêzgirtina ji bo kesên ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin dest pê kir. Çalakgeran “dara empatiyê“ ku bi xwe re anî, çand. Li ser darê wêneyên Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî, Sakîne Cansiz a damezirîneke ji damezirînerên PKK’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hat qetilkirin, Nûnerê KNK’ê yê Parîsê û endama tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez û yên dewleta Îranê qetil kirine, hatin daliqandin û find hatin vêxistin.

Di axavtinan de behsa rewşa heyî ya serhildana gel Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û zextên dewletê hat kirin û banga bilind kirina dengê xwe li civaka navneteweyî hat kirin.

Çalakger, ji bo bibin piştgir bi çalakgerên li Îranê û Rojhilatê re dirûşma “Jin jiyan azadî“ berz kir û peyam da ku ew ê ji berê bêhtir dakevin qadan.

Çalakî, bi sirudên berxwedanê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.