Li Bonnê li dijî tecrîdê çalakiya konvedanê

Ciwanên Kurd bi boneya balê bikêşin bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya NY’ê ya li Bonnê dest bi çalakiya konvedanê ya bi du rojan kirin.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi çalakiya konvedanê ya bi du rojan kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûne hatin hildan.

Di çalakiyê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî agahdarî hat kirin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan. Çalakgeran diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelê Kurd tê meşandin û heta rakirina tecrîdê dê çalakiyan li dar bixin.