Li Bielefeldê meşa Rojava: Bila dorpêç bê rakirin û statu were naskirin
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya Rojava meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya Rojava meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û balkişandina ser li ser daxwaza naskirina statuya Rojava meşek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demorkatîk hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyan, xwendevanên zanîngehê û dostên wan ên Elman beşdarî meşê bûn.
Di meşê de peyama piştevaniya navneteweyî derket pêş û hate destnîşankirin ku tevî peymanên hatine îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê nêzî 17 roj in dewam dike û hîna nehatiye rakirin.
Meş ji Rawestgeha Trenê ya Bielefeld (Bahnhof) destpê kir. Di meşê de hate destnîşankirin ku divê destkeftiyên Rojava veguhere aştiyekî mayînde. Axaftvanên çalakiyê diyarkirin ku ew ê çalakiyên xwe heta misogerkirina pêşeroja gelên herêmê û naskirina statuya fermî ya Rojava bidomînin.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e”, “Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.
Meş li Qada Kobaneplatz (Kesselbrink) bi mitîngejî bi dawî bû. Girseyê di mitîngê de stran û sirûdan got.