Girseya ku li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Bielefeldê li hev civiyan, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, dest bi mitîngê kirin.
Di mitîngê de li ser navê TEV-ÇAND’ê Yilmaz Tekîn axivî. Tekîn destnîşan kir ku xeteriya li ser Rojava hîna bi dawî nebûye û wiha got, “Em wekî hunermendên li Ewropayê, li gel gelên Rojava ne û em li vir careke din dibêjin; Em ê çarenûsa xwe di destê çeteyan de nehêlin. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe bidomînin.”
Beşdaran bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên têkildar kirin û xwestin li hemberî êrîş û gefên li ser Rojava bêdeng nemînin.
Girseya ku ji stasyona trenê ya navendî dest bi meşê kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdîstan”, “Kurdîstan Yek e”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” berzkirin. Hunermendan bi stran û enstrumanan hevaltî bi girseya ku gihîştin Jahnplatzê kirin.