Li Bîelefeldê çalakiya ji bo Mexmûrê

Ji bo piştgiriya bi xelkê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, ku artêşa Iraqê gefa dorpêçkirinê lê dixwe, li bajarê Bîelefeldê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk doh êvarê Kurdistanî li hev kom bûn û dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li artêşa Iraqê hate kirin ku tavilê xwe ji wargeha Mexmûrê vekişîne. Serzad Şengalî daxuyanî da û got, "Helwesta hikumeta Iraqê ne ya qebûlkirinê ye. Divê xwe ji dora kampê vekişîne û dest ji xelkê Mexmûrê berde. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, ku ji kampê berpirsyar e."

Mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.