Li Bernê çalakiya bêîtatiya sivîl
Ciwanên Kurd ên li Bernê dijîn bi boneya şermezarkirina êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê li ber nûnertiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên Kurd ên li Bernê dijîn bi boneya şermezarkirina êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê li ber nûnertiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Li seranserî welatên Ewropa çalakiyên Kurdan yên li hemberî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê berdewam dike. Ciwanên Kurd ên li bajarê Bernê yê Swîsreyê dijîn îro li ber avahiya nûnertiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ketin avahiya nûnertiyê û xwestin bi rayaderan re hevdîtinê pêk bînin. Lê belê rayedarên nûnertiyê hevdîtin red kirin û ji bo mudaxeleya ciwanan bang li polîsan kirin.
Ciwanên Kurd di hundirê nûnertiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bimre xiyanet“ berz kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Mala xayina Barzanî di destê we de xwîn heye” bi nûnertiyê ve daliqandin.
Li ser daxwaza nûnertiyê polîs hatin cihê çalakiyê û ciwan destgîrkirin. Piştî çalakiya ciwanan hate bihistin gelek Kurd hatin li ber avahiya nûnertiyê û bi dirûşmeyan piştevaniya ciwanan kirin.
Kurdistaniyên hatin li ber avahiya nûnertiyê xwestin ciwanên hatin destgîrkirin werin serbest berdan. Piştî ciwan hatin serbest berdan çalakî bi dawî bû.