BI DÎMEN

Li Berlînê şehîdên Helebçeyê bi findan hatin bibîranîn

Li Berlîna paytexta Almanyayê, di 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku li Kudammê pêk hat de, ji bo kesên di êrişa kîmyewî de hatin qetilkirin find hatin vêxistin.

Li Berlîna paytexta Almanyayê, ji ber 38’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakiya bîranînê hat organîzekirin. Di bîranîna ku li Kudammê hat lidarxistin de, ji bo bîranîna nêzî 5 hezar kesên ku bi êrişa kîmyewî hatibûn qetilkirin find hatin vêxistin. 

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de, êrişa kîmyewî ya ku di 16ê Adara 1988an de bi fermana rejîma Baas a di bin serokatiya Saddam Husên de li Helebçeyê pêk hatibû, hat bibîrxistin. Hat diyarkirin ku di êrişê de nêzî 5 hezar kes hatine qetilkirin û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyên Komîteya Amadekar a Bîranîna Helebçeyê ku ji saziyên Kurd pêk tê de hat destnîşankirin ku Komkujiya Helebçeyê li dijî mirovahiyê sûcek e. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku divê Helebçe û tiştên qewimîne neyên jibîrkirin.

Çalakiya bîranînê piştî vêxistina findan û rêzgirtinê bi dawî bû.