Li Berlînê li hemberî komploya navneteweyî meşeke ji bo 2 rojan hate destpêkirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye wê bi meşeke ji bo 2 rojan komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were protestokirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye wê bi meşeke ji bo 2 rojan komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye wê bi meşeke ji bo du rojan were protestokirin.
Meşa îro li Franz-Neûmann Platzê dest pê kir û heta Alexandarplatzê domiya.
Gelê Kurd û dostên xwe bi posterên Ocalan, bi pankartên ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ , ‘Dem hatiye em ji bo azadiya Ocalan serî hildin’ dest bi meşê kirin.
Wê meş sibê jî saet di 12.00’an de li Alexanderplatzê dest pê bike û heta Hermanplatzê bidome.