Li Berlînê Konferansa Demokrasî û Azadiyê bi dawî bû
Konferansa Azadî û Demokrasiyê ku li Berlînê tê lidarxistin bi dawî bû. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser rewşa gelan, bawerî û çandan û hat gotin, “Emê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”
Konferansa Azadî û Demokrasiyê ku li Berlînê tê lidarxistin bi dawî bû. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser rewşa gelan, bawerî û çandan û hat gotin, “Emê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”
Konferansa Demokrasî û Azadiyê li Berlînê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê prof Dr Neşe Ozgen û Rojnameger Hayko Bagdat ve hat kirin. Ozgen bi gotineke Emîn Maalûf dest bi axaftina xwe kir û got, "Gelo cîhana me ya ku di rabirdûyê de bi şerma xizaniyê meşiyayî, wê karibe rojên aram, ronî û germ pêşwazî bike. Niha em li vir in, em pêşeroj in. Di vê salonê de bi rewşenbîrên Kurd, Laz, Elewî û Sûryanî re, bi çand û nasnameyên xwe li virin. Em bi cudahiyên xwe li vir in. Em ê siberoja xwe bi hev re ava bikin." Hayko Bagdatî jî bal kişande ser yekemîn konferansa ku di sala 2019’an de hatiye lidarxistin û behsa girîngî û armancên vê civînê kir.
Di rûniştina yekemîn ku bi moderatoriya Latîfe Akyuz dest pê kir de mijara "Nirxandina zirarê" ji aliyê Prof. Baskin Oran, Prof. Cengîz Aktar, Serokê Rûmetê yê AABK’ê Turgut Oker, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Bunyamîn Şeker, Ji Kampanyaya Peymana Stenbolê Kubra Derîn û Parêzvanê Mafên Mirovan Yîgît Aksakoglû hate vegotin.
Prof. Baskin Oran di axaftina xwe de bal kişande ser xisara li Tirkiyeyê û bîlançoya wê û tesfiyekirina sazî û organên dewletê weke perspektîfeke dîrokî nirxand. Prof. Oran bal kişand ser hêviya ku bi deklerasyona pêşeroja Tirkiyeyê ya ku di 28'ê Sibatê de li ser bingehê vegera pergala parlamenteriyê hat weşandin.
Oran wiha axaftina xwe domand, "Di encama ziyanên ku ji aliyê dewletê ve derketin holê de; sazî hatin girtin, burokrasî hilweşiya, sazî bê wate bûne, her wiha saziya Darayî û Xezîne ketine bin xizmeta Qesrê."
Di axaftina duyemîn de Prof. Dr. Cengîz Aktar diyar kir ku dîktatoriya AKP'ê sîstema hiqûqî tarûmar kiriye. Di encamê de sazî hatin valakirin. Prof. Aktar axaftina xwe berdewam kir û got, "Sazî hatin bê wate kirin, kadroyên ku ne alîgirê rejîmê bûn, ji kar hatin avêtin, an jî neçar man û reviyan. Polîtîkayên Qesrê li ser esasa çanda bîatê tê meşandin."
Parêzvanê Mafên Mirovan Yîgît Aksakoglû jî destnîşan kir ku li hember zextên 20 salên dawî yên li ser saziyên sivîl tên rêvebirin, divê ji hundur ve xwe rexnekirin bê pêşxistin. Aksakoglû bi bîr xist ku aktîvîst nikarin bi qasî teoriyê di warê pratîk de bi awayeke serkeftî kar û bar birêve bibin.
Aksakoglû got, "Dewlet fêrî civaka sivîl bû, lê mixabin em di pratîkê de zêde bi ser neketin." Aksakoglû wiha pêde çû, "Tiştekî bi navê komkirina alîkariyê hatiye îcadkirin û helbet ev yek asteng e. Divê hîn bêtir cih û mafê axaftinê ji jinan re bê dayîn.”
Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropayê Turgut Oker bi gotina "Pirsgirêka herî mezin a Elewiyan pirsgirêka jiyanê ye" dest bi axaftina xwe kir. Oker axaftina xwe wiha domand: “Ji cemeviyan re statuyek nayê dayîn û ev sazî weke kargeh tên dîtin. Niha di saziyên cemaweriyê de yek kesekî Elewî jî nîne. Hemû jî mezûnên Îmam Hatîp in. Ger hûn di nav raya giştî de Elewî bin şansê we tune. Li hemberî Elewiyên Kurd cudakariyek taybet heye."
Ji Kampanyaya Peymana Stenbolê Kubra Derîn jî axaftinek pêşkêş kir. Derîn di axaftina xwe de bal kişand ser zextên sîstematîk ên 15 salên dawî yên hikûmeta AKP'ê yên li ser jinan, pêvajoya alîkariyê û pêvajoya girtina jinan û zextên di nava malbatê de. Derîn bi bîr xist ku Peymana Stenbolê hem ji bo jinan hem jî ji bo LGBT’iyan û ji bo polîtîkayên nû yên li hemberî cudahiyên zayendî û cihêkariyê girîng in. Her wiha divê têkoşîna di vî warî de dom bike.
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu bi gotina “Em derfetên jiyaneke nû diafirînin” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku tişta herî girîng encama ku ji pirsa ‘Ji bilî zirarê çi maye’ bê derxistin, hêviya siberojê ye.”
Kurkçu wiha dirêjî da axaftina xwe; "Dîktatoriya ku AKP û MHP’ê ku bi komploya Ergenekonê ya sala 2015’an ve pêk hat, şikestinên mezin jiyan kirin.” Kurkçu bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî, “Tifaqa Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê derfeta herî girîng a veguherînê ye.”
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Bunyamin Şeker jî anî ziman, “Li Tirkiyê yasa û zagon pir mezin hatine xirabkirin û wekheviya li hember qanûnan hatiye tunekirin..Ji bona ku bi rêk û pêk be divê destûra bingehîn ji nû ve bê sererastkirin.” Şeker axaftina xwe wiha domand, “Pergala hiqûqî bi tirs çê nabe… Dema qanûnên navnetewî tên ser ziman dihizirin. Gelo Kurd wê çi sûdê bi dest bixin… Hiqûq wisa nabe!”
Akademîsyen Yektan Turkyilmaz ku yek ji beşdarên konferansê ye, bal kişande ser vê yekê ku pêngava herî girîng a vê gavê ji bo Tirkiyeyê ew e ku daxwaza demokrasiyê ji aliyê beşekî mezin ve were pêşxistin û dînamîka ku wê rê li ber paşveçûn û têkbirina vê hikumet û rejîmê veke, avakirina Tirkiyeyeke nû ne wek ya berê ye. Turkyilmaz diyar kir ku ew konferansê weke lêkolîn û pêşengiya vê yekê dibînin û wiha pêde çû, “Ez bawer dikim ku konferans wê bigihîje armanca xwe. Ji ber ku bi ‘rêyên ku hatine ceribandin’ ne gengaze ku mirov bigihêje cihekî nû. Mitabaqata peymanên şeşan li Tirkiyeyê wek alternatîfekê dibînim.” Turkyilmaz her wiha diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin destpêkirina diyalogê ya di navbera pêkhateyên cuda de û got, “Hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê hêzên cuda aktîf dikin, ya girîng ew e ku ruhê vê konferansê li Tirkiyeyê dînamîkekê çalak bike."
Di roja yekem a Konferasnê de Komîteya Amadekar a Konfetansê şîroveyeka wiha kir; “Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hemû nasname, civakên olî û kesên nûnertiya wîjdanên civakê dikin, hemû mexdûrê vê pergalê ne. Hemû kesên ku li hemberî dîktatoriyê cudatiya xwe parastiye û kesên bûye wîjdanê civakê bi derxistina pêş ya hevkariyên xwe yê hevpar û tekoşînê, ewê faşîzmi hilweşînin…
Tişta girîng ev hevkariya ku di konferasê de derketiye holê ye. Divê piştî Konferansê jî ev hevkarî di qada pratîkî de jî bê berdewam kirin.”
Piştî panela yekem axaftvanan li salonê bersiva pirsên beşdarvanan dan.