Li Berlînê kampanya îmzeyan didome

Meclîsa Jinê ya DEST-DAN lez da xebatên xwe yên kampanyaya îmzeyan ku bi armanca rakirina astengiyên terorîzekirina têkoşîna gelê Kurd dayî destpêkirin. Di merasîma îro de bi dehan îmze hatin berhevkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Meclîsa Jinê ya DEST-DAN'ê li Alexanderplatzê stand danî û ji bo li dijî qedexeya PKK'ê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Raya giştî ya ku piştgirî da kampanya îmzeyan, bertek nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên hêzên dagirker ên li hemberî Kurdistanê dan. Alîgirên kampanyayê diyar kirin ku têkoşîna hebûna gelê Kurd tê terorîzekirin û divê ev qedexeya bêbingeh demildest bê rakirin.

Endama Meclîsa Jinan a DEST-DAN'ê Sûsanne Rosslîng anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de pêk bê û astengiyên li pêşiya krîmînalîzekirina têkoşîna gelê Kurd bên rakirin, wan lez daye xebatên xwe.

Di çalakiya standa îro de bi dehan îmze hatin komkirin.