BI DÎMEN

Li Berlînê çalakiya bêîteatiya sivîl

Ji bo bîranîna şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku 23’yê Cotmehê li TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedayî kirin, li Berlînê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.

ÇALAKIYA CIWANAN

Endamên TCŞ’ê li Berlînê li ser rêya ku wesayît timî li ser re derbas dibin, pankarta “Agir ket dilê Enqereyê”, portreyên şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn û ala PKK’ê vekirin û fîşekên hewayî teqandin.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Werin Cenga Azadiyê, An Serkeftin” û “Şehîd Namirin” berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.