Li Berlînê Çarşema Sor hat pîrozkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Binevş Edessa û Mala Êzidiyan a Berlînê Çarşema Sor hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, behsa girîngiya xwebirêxistinkirin û bipêşdebirina parastina xwe ya cewherî ya civak Êzidî hat kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Binevş Edessa û Mala Êzidiyan a Berlînê Çarşema Sor hat pîrozkirin. Şahiya Çarşema Sor a bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo xatirê gelê Êzidî yê cara 74‘an fermanê wan hat rakirin û şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Rêxistina bi giştî ya Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), nûnerên NAV-YEK’ê, Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û gelê Êzidî beşdarî pîrozbahiyê bûn. 

‘KEDA DAYIK Û JINÊN ÊZIDΑ

Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku her çiqas xwestin civaka Êzidî di komkujiyan re derbas bikin jî li hemberî van komkujiyan berxwedaneke destanî hate nîşandan. Hat destnîşankirin ku keda herî mezin di vê berxwedanê de keda dayik û jinên Êzidî ne.

Brêz Temo jî Çarşema Sor a li temamê Êzidiyan pîroz kir û di pey re dua kirin. 

‘EM Ê XWE BI RÊXISTIN BIKIN‘

Berdevka SMJÊ’yê Nûrê Alkiş jî cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir û anî ziman ku cejn di serî de li gelê Êzidî, ji bo temamê gelên li Rojhilatê Navîn bibe sedema aştiyê û ev tişt got:“Em kesên di nava komkujiyê de cih girtine baş dizanin. Li dijî van komkujiyan em baş dizanin ku em dikarin çi bikin û divê em ji xwe pirs bikin. Em ên baweriya Êzdiyatiyê dihebînin divê bi takekesî xwe bi rêxistin bikin, bikarin xwe bi xwe biparêzin. Em jinên Êzidî divê di nava xwe de tifaqê çêbikin. Divê em xwe bi vî awayî bi rêxistin bikin.’’

Li ser navê NAV-YEK’ê jî Yilmaz Gunay, behsa Çarşema Sor ku ji bo civaka Êzidî tê çi wateyê kir û bi bîr xist ku ev cejn li Rojhilatê Navîn cejna herî kevnareye ku tê pîrozkirin û peyama ‘’Civaka Êzidî li kuderê be divê xwe bi rêxistin bike’’ da.